Rewşenbîran banga yekîtiyê li kurdên Sûriyê kir
22/04/2012 11:57Diyarbekir, 22 Nîsan (AKnews) – Ji bo ku kurdên li Sûriyê yekitiya xwe ava bikin, 300 kurd daxuyaniyeke hevpar belav kir. Di daxuyaniyê de dirûşma “Serkeftina me bi yekkirina hêz û rêza me dibe” hate bikaranîn.
Teksta daxuyanî û bangewaziyê ji aliyê Komeleya Piştgiriya Kulturî ya Mardîn-Hasekî, Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriye, Malpera Birayetî û Komîteya Kurdî ya Serbixwe ji Bo Alikariya Gelê Sûrî hate amadekirin. Nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, weşanger jî tê de 300 kes ev bangewazî îmze kir. Di nava bangewazeran de kesên wekî Derwêşê Sado, Dr. Tosinê Reşîd, Îsmaîl Beşîkçî, Konê Reş, Lutfî Baksî û Seîd Veroj jî hene.
Di bangewaziyê de hate destnîşankirin ku heta niha jî helwesta dijbereya (opozisyona) erebên Sûriyê ya derbarê kurdan de ne zelal e û wiha hate gotin: “Divê grûpên opozisyona erebî ya Sûriyê, ji bo pêvajoya piştî têkçûna rejîma Esed, bi awayekî aşkera siyaseta xwe ya derbarê kurdên li Sûriyê de diyar bikin. Em ‘mafên çarenûsiyê’ ji bo çareseriya meseleya kurd li Sûriyê, weke biryareke dîrokî dibînin û piştgiriya vê biryara Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dikin.”
Di bangewaziyê de hate destnîşankirin ku kîjan grûb dibe bila bibe kîjan sedem dibe bila bibe dê helwestên ku xizmeta yekitiya kurdan nakin di nava pêvajoya dîrokî de bê mehkûmkirin. Di bangewaziyê de banga yekîtiyê li hemû derdor, kom û rêxistinên kurdan ên li Sûriyê hate kirin.
md AKnews

