Curecur

Li Felûceyê teqîn: 8 kes mirin

, Adar 15th 2010 10:03 AM
 


Enbar, 15 Adar (AKnews) – Ji ber teqîna otomobîleke bombebarkirî li nava bajarê Felûceyê 8 kes hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî polîsê Iraqê ji AKnewsê re diyar kir, “Otomobîleke bombebarkirî ku keseke xwekuj şofêrê vê bû, li nava bajarê Felûceyê bi karwaneke polîsên Iraqê re teqiya û ji ber vê 8 kes mirin ku jin û zarok jî di nav de ne û 13 kesên din jî birîndar bûn”.

Çavkaniya han wiha got, “Ji ber xurtiya teqînê 17 otomobîlên nêzîkî bûyerê şewitîn”.

Li gorî wê çavkaniyê, hêzên polîsan bilez û bez gihîştin cihê bûyerê û birîndar bo nexweşxaneyê veguhastin.

Bajarê Felûceyê dikeve 45 kîlometriya rojavayê Bexdayê, yek ji mezintirîn bajarê parêzgeha Enbarê ye.

şm AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Hêzên DYA'yê wergirtina girtîgeha Krobir nerê kir

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:40 PM

Hewlêr, 30 Tîrmehê (AKnews) – Berdevkê hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Iraqê, gotinên derbarê jinûve wergirtina hêzên ewlehiyê yên DYA'yê birêvebiriya girtîgeha...

 
 
 

MORE NEWS