Curecur

Li Mûsilê tund û tûjî: Polîsek mir û 2 birîndarin

, Adar 15th 2010 9:15 AM
 


Nînova, 15 Adar (AKnews) – Di encama çend kiryarên tund û tûjî li Mûsil polîsek hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Efsereke Pile Bilind yê Polîsên Iraqê ji AKnewsê re got, “Çend çekdarên nenas li bajaroka Erbet ya rojavayê Mûsilê polîsek kuştin”.

Çavkaniya han wiha pê de çû, “Çend çekdarên nenas narincokek havêştine xaleke vekolînên polîsan li devera Meydan ya Mûsilê û di encamê de welatiyeke Xirîstiyanî birîndar bû”.

Her wiha vî efserî ragihand, “Çend çekdarên nenas bombek li nêzîk xala vekolîna Artêşa Iraqê li devera Dola Ekab vedane û di encama teqîna vê bombeyê de serbazeke Iraqî birîndar bû”.

Bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nînovayê ye û dikeve 405 kîlometriya bakurê Bexdayê, ku hinek deverê wê parêzgehê li deverên cihê nakokiyan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de tên hesabkirin û piştî vekişyana hêzên Amerîka li navenda bajaran teqî di wê parêzgehê de zêde bûne.
 
şm AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Hikûmeta Îranê 4 kes bi darve kirin

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:21 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Hikûmeta Îranê li bajarê Qezwînê 1 kes û li bajarê Ehwazê jî 3 kes bi sûcên cuda daliqand.Li gorî malpera fermî ya Îranê “farsnews”, îro, li...

 
 
 

MORE NEWS