Curecur

Bajarvaniya Xezeyê başdarî salvegera 16’ê Adarê nabe

, Adar 14th 2010 12:28 PM
 


Silêmanî, 14 Adar (AKnews) – Hat zanîn ji ber ku 4 sal e bajarvaniya Xezeyê rastî dûrpêçan hatiye, serokê wê nikare amadeyê merasîma 22’emîn salvegera kîmyabarkirina Helebçeyê be.

xdr karimCîgirê Serokê Bajarvaniyên Cîhanê bo Aştiyê Xidir Kerîm ji AKnewsê re ragihand, “Bajarvaniya Xezeyê yek ji wan bajrvaniyên cîhanê ye ku bo beşdarî kirina di 22’emîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê bo vî bajarî hatiye gazîkirin, lê serokê vî bajarvanî ji me re ragihand ku ji ber dûrpêçên ku 4 sale li ser wan hene ew nikare biçe derve, lewma bi peyamekê dê beşdarî salvegerê be”.

Kerîm wiha pê de çû, “Ji bilî wan hejmarek kesayetiyên cîhanî beşdarî salvegera Helebçeyê dibin ku em di vê baweriyê de ne roleke giring dibe li bi cîhanîkirina karesata Helebçeyê û bi tevkujî naskirina wê”.

Rêxistina bajarvaniyên cîhanê bo aştiyê, rêxistineke cîhanî ye û hejmarek bajarvanên welatan têde endam in, bûroya Helebçeyê ya vê rêxistinê take bûroya vê rêxistinê ye li Rojhilatê Navîn ku sala 2009’an hatiye vekirin û serokê Bajrarvaniya Helebçeyê serokatiya vê bûroyê dike ku hevdem Cîgirê Serokê vê Rêxistinê ye.

Bajarê Helebçeyê dikeve 81 kîlometriya başûrê rojhilata Silêmanî, sala 1988’ê balefirên Artêşa wê demê ya Iraqê bi çekên kîmiyayî bombebaran kir, li gorî amarên nefermî di wê karesatê de 5 hezar kes ji welatiyên vî bajarî canê xwe ji dest dan û nêzîkî 10 hezar kes jî birîndar bûn, hejmarek zarok jî di wê bûyerê de winda bûn û heya niha jî malbatên wan li pey wan digerin.
 
şm AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Hêzên DYA'yê wergirtina girtîgeha Krobir nerê kir

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:40 PM

Hewlêr, 30 Tîrmehê (AKnews) – Berdevkê hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Iraqê, gotinên derbarê jinûve wergirtina hêzên ewlehiyê yên DYA'yê birêvebiriya girtîgeha...

 
 
 

MORE NEWS