Curecur

Aqûbeta rojnamevanê winda ji dewletê hate pirsîn

, Adar 13th 2010 1:55 PM
 


Îstanbul, 13 Adar (AKnews) – Dayikên Şemiyê, li Îstanbulê di çalakiya xwe ya rûniştinê ya 259'ê de, aqûbeta peyamnêrê Özgür Gündemê Nazım Babaoğlu yê ku bo nûçeyekê çû Siwêrega Ruhayê û careke dîtir xeber jê nehate girtin, pirsî.

259‭.‬hafta10Dayikên Şemiyê bo hesaba 17 hezar cinayetên failê wan nediyar bipirsin îro li li Meydana Galatasarayê hatin ba hev.

Di çalakiyê de rojnamevan Bayram Balcı, behsa windakirina peyamnêr Nazım Babaoğlu yê ku berî 16 salan li Siwêrega Ruhayê hatiye binçavkirin, kir. Balcı wiha axivî: "Hayê Waliyê Ruhayê yê wê demê, Parlamenterê AK Partiyê Ziayeddin Akbulut, Sedak Bucak, Warê Karê Navxweyî yê wê demê û Serokomarê wê demê Süleyman Demirel pê heye."   

Bayram Balcı wiha pê de çû: "Aqûbeta hevalê me diyar e. Dewleta tirk êdî divê bes biba rondikê çavên dayikan û bila bo paqijkirina wijdana xwe, odeyên xwe yên kozmîk veke û aqûbeta mirovên me yên winda aşkere bike."  

Piştre, xwîşka rojnamevanê binçavan de windakirî Metin Göktepe Meryem Göktepe got, bila di sala 16'ê de aqûbeta Nazim Babaoğlu yê endamê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojava (GGC) bête zelalkirin û dosye di çarçoveya doza Ergenekonê de bête nirxandin.

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Hêzên DYA'yê wergirtina girtîgeha Krobir nerê kir

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:40 PM

Hewlêr, 30 Tîrmehê (AKnews) – Berdevkê hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Iraqê, gotinên derbarê jinûve wergirtina hêzên ewlehiyê yên DYA'yê birêvebiriya girtîgeha...

 
 
 

MORE NEWS