Curecur

Cerdevanan keçek revand

, Adar 12th 2010 11:25 AM
 


Ruha, 12 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, li Wêranşara Ruhayê, jina bi navê Bendiye Gündüz îdia kir ku keça wê ji aliyê cerdevanan ve bi darê zora hatiye revandin û gilî li Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê kir.

dilekçeLi gorî agahiyên AKnewsê bi dest xistine, Bedriye Gündüz a ku li mezraya Üç Adam a bi ser gundê Kumçeşmeya Wêranşarê rûdine, serî li Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê da û got ku cerdecan bi şevê bi darê zorê hatine mala wan û keça wê Emine Gündüz revandiye. Gündüz ev tişt gotin:

"Min bihîst ku dê keça min birevînin û bi A.D. re bizewicînin. Min keça xwe bire mala mamê wê Mehmet Gündüz ku ew jî li eynî gundî dimîne. Saet 11.00'ê şevê 6 cerdevan hatine mala min. Bi xurtî ketin hundir. Berê pirsyara keça min kirin. Min negot. Paşê M.D. û B.D. tiveng xiste serê min û gef li min xwarin. Min cihê keça xwe negot, wan ez dame ber qondarên tivengê, li serê min xistin. Dijûn û çêrên nebihîstî li min kirin."

Bedriye Gündüz a dayika 7 zarokan diyar kir ku hevjînê xwe berî 4 salan di lêmiştê de winda kiriye û kurekî wê jî li leşkeriyê ye.

Li ser giliyê Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê dest bi lêpirsînê kir. Xalê keça revandî Kerim Çiçek bûyer ji AKnewsê re piştrast kir û got, ew derbarê cerdevanan de gilîdar e.

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Hikûmeta Îranê 4 kes bi darve kirin

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:21 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Hikûmeta Îranê li bajarê Qezwînê 1 kes û li bajarê Ehwazê jî 3 kes bi sûcên cuda daliqand.Li gorî malpera fermî ya Îranê “farsnews”, îro, li...

 
 
 

MORE NEWS