Curecur
Bo şaredarên girtî kartên Newrozê
, Adar 11th 2010 1:55 PM
Diyarbekir, 11 Adar (AKnews) – Ji 23 siyasetmedarên ku 7 jê şaredar in û par heyva Berfanbarê di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê –KCK'ê de hatine girtin û niha di girtîxanan de ne, re, kartên Newrozê hatin şandin.
Îro, Wekîlê Şaredarê Sûrê Bedrî Duran, endamên meclisa şaredariyê û Serokê Şaxa Belediye,Îşa Diyarbekirê Vezir Perişan, li ber derê Postexana Diyarbekirê li hev kom bûn û bi munasebeta Newrozê ji 23 girtiyan re kart şandin.
Vezir Perişan, li vir ji rojnamevanan re daxuyaniyek da û got, "Ji ber ramanên wan li girtîxanan girtina mirovan bi kêrî Tirkiyeya demokratîk nayê, berevajî zirarê dide wê."
Piştî daxuyaniyê ji siyasetmedarên kurd ên di girtîxaneyan de ne, re, kart hatin birêkirin.
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
|
|
Hikûmeta Îranê 4 kes bi darve kirin |
Hemû |
|
, Temûz 30th 2010 2:21 PM |
||
Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Hikûmeta Îranê li bajarê Qezwînê 1 kes û li bajarê Ehwazê jî 3 kes bi sûcên cuda daliqand.Li gorî malpera fermî ya Îranê “farsnews”, îro, li...
- Ji BDP'ê derbarê bûyerên Înegolê de serlêdana sûc
- Orgeneral Cone: Me nikarî teqîna el-Erebiye kifş bikira
- Ji Jeffreyê rêwiyê Bexdayê bo Enqereyê moral
- Meş bo azadkirina çiyagerên Amerîkî
- Hişyariya êrîş dê civakê 'parçe bikin'
- Di Girtîgehê de 3 rojan 3 diran lê şikandin
- Li Berwariya Sêrtê 4 leşker birîndar bûn
- Ji bo aştiyê kete greva birçîbûnê
- Wezîrê Zanistê di qezayeke trafîkê de birîndar bû