Curecur
Di salekê de li girtîxanan hezar û 8 binpêkirin çêbûn
, Adar 11th 2010 1:49 PM
Diyarbekir, 11 Adar (AKnews) – Şaxa ÎHD’a Diyarbekirê, rapora ku di 2009’an de li ser girtîxanên li herêmê amade kiribû, ji raya giştî re aşkera kir. Li gorî raporê di nava salekê de hezar û 8 binpêkirin çêbûn. Di girtîxanan de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 76 kes bi îşkenceyê re rû bi rû man.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, rapora xwe ya 2009’an a li ser girtîxanan, îro, li avahiya xwe ji çapameniyê re aşkera kir. Sekreterê ÎHD’ê Burhan Zorooglu, bal kişand li ser binpêkirinên li girtîgehan û diyar kir ku binpêkirin şerma Tirkiyeyê ye.
Endama Komîsyona Girtîxanan a Şaxa ÎHD’a Diyarbekirê Parêzer Meral Atasoy jî bal kişand ku pirsgirêkên li girtîxanan yek ji pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye û wiha got: “Li girtîxanên Tirkiyeyê hê jî binpêkirinên pir mezin hene, hikûmxwar û girtî bi gelek pirsgirêkên girîng re rû bi rû ne.”
Atasoy, destnîşan kir ku di serî de li Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Erzirom, Êlih û Bedlîsê, li gelek girtîxanên li herêmê di sala 2009’an de ji îşkenceyê heta qedexekirina zimanê dayikê gelek binpêkirin çêbûne û wiha axivî:
“Di 2009’an de hezar û 8 binpêkirin çêbûn. Di demên dawî de bi girtina siyasetmedarên DTP’ê û xebatkarên saziyên sivîl, ji nişka ve hezar û 500 kes hatin girtin. Bi van girtinan re li girtîxanên herêmê hejmara girtiyan di carekê de bû sê qat. Li girtîxanan carna 2-3 girtî di nava cihekî yek kesî de radizên.”
Atasoy, bi bîr xist ku şert û mercên li Girtîxana Îmraliyê jî hê nehatine sererastkirin û xwest ku zarokên kevir avêtine û bi dehan sal ceza xwarine, serbest bên berdan.
Li gorî agahiyên ku Atasoy dan, li girtîgehan ev pêkanîn çêbûne:
- Kesên ku li girtîgehan mirine û birîndar bûne: 5
- Li girtîxanan îşkence û muameleya xirab: 76
- Pêkanînên sewqê: 42
- Binpêkirina mafê tenduristiyê: 131
- Astengkirina hevdîtina bi malbatan re: 37
- Astengkirina mafê ragihandinê: 275
- Yên ku cezayên disîplînê xwarine: 202
- Li girtîgehan qedexekirina zimanê dayikê: 8
- Yên hatine sirgûnkirin: 18
Yên din: 214
Tevahî binpêkirin: 1008
md AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
|
|
Hêzên DYA'yê wergirtina girtîgeha Krobir nerê kir |
Hemû |
|
, Temûz 30th 2010 2:40 PM |
||
Hewlêr, 30 Tîrmehê (AKnews) – Berdevkê hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Iraqê, gotinên derbarê jinûve wergirtina hêzên ewlehiyê yên DYA'yê birêvebiriya girtîgeha...
- Hikûmeta Îranê 4 kes bi darve kirin
- Ji BDP'ê derbarê bûyerên Înegolê de serlêdana sûc
- Orgeneral Cone: Me nikarî teqîna el-Erebiye kifş bikira
- Ji Jeffreyê rêwiyê Bexdayê bo Enqereyê moral
- Meş bo azadkirina çiyagerên Amerîkî
- Hişyariya êrîş dê civakê 'parçe bikin'
- Di Girtîgehê de 3 rojan 3 diran lê şikandin
- Li Berwariya Sêrtê 4 leşker birîndar bûn
- Ji bo aştiyê kete greva birçîbûnê