Curecur
BDP: Bila TBMM komkujiya Gaziyê vekole
, Adar 11th 2010 12:20 PM
Enqere, 11 Adar (AKnews) – Parlamenterê Dersîmê yê BDP'ê Şerafettin Halis, bo lêkolînkirina komkujiya 12'ê Adara 19952ê li Taxa Gaziyê ya Îstanbulê qewimî û di encamê de 22 kes hatine kuştin û 155 kes birîndar bûn, Pêşniyarpirsek da Serokatiya TBMM'ê.
Di pêşniyarpirsa ku îro ji Serokatiya Parlamentoyê re hate pêşkêşkirin de hate bibîrxistin ku 12'ê Adara 1995'ê li Taxa Gazî ya Îstanbulê ku piranî elewî lê dijîn, sê qehwexane û kargehek bi çekên reşaşî dane ber guleyan û di encamê de 22 kesî jiyana xwe ji dest da û 155 kes jî birîndar bûn. Di lêkolînên otopsiyê yên piştî bûyerê de zelal bûbû ku 7 kes bi fîşekên polîsan hatine kuştin, 20 polîsan di vê dozê de hatine darizandin, 18 ji wan hatin berdan û 2 polîs jî bi cezayê 4 salan hatin cezakirin.
Di pêşniyarpirsê de tê diyarkirin ku komkujiya Gaziyê, di dîroka nêz a Tirkiyeyê de bûyereke rûreşiyê ye û di vê bûyerê de mafê mirov bi tuneyî hatiye hesibandin. Di mpêşniyarpirsê de wiha hate gotin:
"Di vê bûyerê de polîsan li ber kamerayan ggirseyên sivîl ên bê çek dane ber fîşekan. Heta mirovên ku li ber cemxaneyan dixwest cenazeyên xwe rakin jî ji panzêran ve gule lê reşandibûn. Ligel ku hinde sal di ser re derbas bûn, ji bilî darizandineke sembolîk a du polîsan bûyer nehatiye zelalkirin. Em dixwazin ku ev bûyera ku di encamê de 22 kes hatin kuştin û 155 kes jî birîndar bûn, bête zelalkirin û berpirsyarên wê bêne darizandin."
Di pêşniyarpirsê de, hate xwestin ku bo vekolîna bûyerên Taxa Gaziyê Lêkolîna Meclisê bête vekirin.
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
|
|
Hêzên DYA'yê wergirtina girtîgeha Krobir nerê kir |
Hemû |
|
, Temûz 30th 2010 2:40 PM |
||
Hewlêr, 30 Tîrmehê (AKnews) – Berdevkê hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Iraqê, gotinên derbarê jinûve wergirtina hêzên ewlehiyê yên DYA'yê birêvebiriya girtîgeha...
- Hikûmeta Îranê 4 kes bi darve kirin
- Ji BDP'ê derbarê bûyerên Înegolê de serlêdana sûc
- Orgeneral Cone: Me nikarî teqîna el-Erebiye kifş bikira
- Ji Jeffreyê rêwiyê Bexdayê bo Enqereyê moral
- Meş bo azadkirina çiyagerên Amerîkî
- Hişyariya êrîş dê civakê 'parçe bikin'
- Di Girtîgehê de 3 rojan 3 diran lê şikandin
- Li Berwariya Sêrtê 4 leşker birîndar bûn
- Ji bo aştiyê kete greva birçîbûnê