Curecur
DMME'yê got slogan azadiya ramanê ye
, Sibat 8th 2010 3:26 PM
Bedlîs, 8 Reşemî (AKnews) - Doza birayên Savgin a li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku berî bi 9 salan li Tetwana Bedlîsê slogan berz kiribûn û di navbera 8 û 13 salan de ceza xwaribû, bi dawî bû. Heyeta dadgehê, ceza bi neheqî dît û slogan di çarçoveya mafê azadiya ramanê de nirxand.
21'ê Adara 2001'ê di pîrozbahiyên Newrozê de birayên bi navê Esmer û Kerem Savgin ji ber ku slogan berz kirine hatibûn cezakirin. Li ser vê yekê bi hinceta ku di lêpirsînê de parêzeran wan li ba wan nebûye, doza xwe kiribû DMME'yê û ew doz qezenc kir.
DMME'yê biryar da ku darizandina birayên Savgin dijî mafê derbirînê û dema binçav de daxwaza wan a parêzer nehatiye qebûlkirin û ev jî li gorî vê benda 6/1 a xala 6'emîn paragrafa 3'emîn melbenda (c) a qanûna DMME'yê hatiye binpêkirin.
Dadgeha Ewropayê biryar da ku slogan berzkirina di Newrozê de sûc nîn e, berevajî derbirîna ramanê ye. Tirkiye ji vê dozê bi 20 hezar euro mehkûm kir.
Kerem Savgin ji AKnewsê re diyar kir ku biryara DMME'yê hefteya borî ji înternetê şopandiye û wiha got, "Bi derengî be jî pêkhatina edaletê em kêfxweş kirin."
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
Li herêma leşkerî teqîn: 1 zarok mir |
Hemû | |
|
, Adar 11th 2010 8:01 PM |
||
Şirnex, 11 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, Qilebana Şirnexê nêzî gundê Yemişliyê teqînek rûda û di teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.Li gorî...
- Erdoğan li herêma erdehejînê ye
- Girtiyên siyasî gireva xwe rawestandin
- Li Şirnexê operasyona biharê
- Xwendekaran Helepçe bi bîr anî
- Bo şaredarên girtî kartên Newrozê
- Kurdên Sûriyayê yên Hewlêrê rabûn
- Di salekê de li girtîxanan hezar û 8 binpêkirin çêbûn
- Bîlançoya erdhejê hate aşkerekirin
- BDP: Bila TBMM komkujiya Gaziyê vekole