Curecur

Li girtîxaneyê ji 2 zarokan re nivînek

, Sibat 8th 2010 3:21 PM
 


Diyarbekir, 8 Reşemî (AKnews) – Hate zanîn ku zarokên ku di raya giştî de wek "zarokên keviravêj" tên zanîn, du kes di nivînekê de radizên.
 
aliakinciBi qasî hezar zarokên ku di raya giştî wk "zarokên keviravêj" têne zanîn, tên darizandin, ji vana 400 jê girtî ne. Ji 86 zarokên ku li Girtîxana Diyarbekirê tên ragirtin, 4ê wan jê keç in.

Nûnerê Herêmê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Alî Akıncı derbarê van zarokan de ji AKnewsê re axivî û bal kişand ser nebaşiya şertên wan ên girtîxaneyan. Akıncı wiha pê de çû: "Şertên girtîxaneyê gelek nebaş in. Zarok li wê derê nikarin li xwe binêrin, nahêlin ew cilên xwe bişon. Gelek pirsgirêka wan a tenduristiyê heye. Karbidestên girtîxaneyê ji bo wan baş bîn in. Di nivînekê de du zarok radizên."  

Akıncı bi bîr xist ku ev zarok di çarçoveya girtename û îdiayên polîsan de têne darizandin û diyar kir ku divê cezayê avêtina kevirekî di navbera 23 û 15 salan de nebe.

Ali Akıncı bal kişand ku zarokên li Filistanê keviran diavêjin li Tirkiyeyê wek "leheng", "generalên biçûk" têne dîtin û destnîşan kir ku di vê meseleyê de cotstandardiyeke mezin heye.

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Helepçe bi meşa bêdeng tê şermezarkirin

Hemû

, Adar 14th 2010 9:38 PM

Enqere, 14 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji rêxistinên xwe yên bajêr re giştînameyek şand û xwest ku di 14,15 û 16’ê adarê de komkujiyên...

 
 
 

MORE NEWS