Curecur
Azeriyan serî li DMME'yê da
, Sibat 8th 2010 2:26 PM
Qers, 8 Reşemî (AKnews) - 200 malbatên azerî yên Qerebaxê ku koçî Tirkiyeyê bûne û li Qersê dimînin, ji bo ku axa xwe paşve bistînin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Qerebax bi salan e di navbera Azarbaycan û Ermenistanê de mijara nîqaşê ye.
200 malbatên azerî ku li Qerebaxa Çiyayî erdê wan heye, ji bo ku erdê xwe bistînin wekaleta xwe da Parêzer Onur Gündoğduyê Qersî û doz li DMME'yê vekir.
Parêzer Onur Gündogdu derbarê mijarê de ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku ji bo ku tapûyên fermî ku ji bo doza wan gelek girîng in, bistînin serî li Hikûmeta Azeriyan dane lê heta niha tu bersiv negirtine.
Gündogdu îdia kir ku hemû belgeyên pêwîst ji Hikûmeta Ermenistanê bi dest xistine û ev doza ku bi salan e Azarbayzcanê bi ser nexistiye dê bi riya DMME'yê bi ser bixe.
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
Li herêma leşkerî teqîn: 1 zarok mir |
Hemû | |
|
, Adar 11th 2010 8:01 PM |
||
Şirnex, 11 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, Qilebana Şirnexê nêzî gundê Yemişliyê teqînek rûda û di teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.Li gorî...
- Erdoğan li herêma erdehejînê ye
- Girtiyên siyasî gireva xwe rawestandin
- Li Şirnexê operasyona biharê
- Xwendekaran Helepçe bi bîr anî
- Bo şaredarên girtî kartên Newrozê
- Kurdên Sûriyayê yên Hewlêrê rabûn
- Di salekê de li girtîxanan hezar û 8 binpêkirin çêbûn
- Bîlançoya erdhejê hate aşkerekirin
- BDP: Bila TBMM komkujiya Gaziyê vekole