Curecur

Di mehekê de 16 jin hatin kuştin

, Sibat 8th 2010 2:14 PM
 


Diyarbekir, 8 Reşemî (AKnews) – Li gorî daneyên Komeleya Jinan SELÎS'ê di meha ewil a 2010'ê de 16 jin hatin kuştin lê ji vana 14 wekî "xwekuştin" hatin qeydkirin.    

kadınlarEndamên Komeleya Jinan a SELÎS'a Diyarbekirê, îro, li Parka Koşuyolu li ber Abîdeya Mafê Jiyanê hatin ba hev û şideta ser jinê şermezar kirin. Li ser navê jinan, Sekretera Komeleyê Harika Peker xwend û diyar kir ku di rÊbendana 2010'ê de 16 jin hatine kuştin.

Peker, Medine ya ku li Gextêya Adiyamanê ji aliyê malbatê ve zindî zindî hatiye binaxkirin bi bîr xist û wiha got:

"Malbata ku ji aliyê dewletê ve wek cihê herî hêmin tê parastin, dawiya Medineyê anî. Çimkî, Medineya ku bi dehan caran tûşî şîdetê bûyî xwe spastibû dewletê û jê xwestibû wê biparêze. Lê dewletê jê re gotibû, 'netirse, em dewlet in, em ê te biparêzin. Ew ê nikaribin tiştekî bi te bikin' û Medine li mala bavê vegerandibû. Vê nêzîktêdayînê Medineyê bê pişt û penah ber bi mirinê ve bir û hişt ku wê bi saxî binax bikin."  

Her wiha Peker, bal kişand ku jin dê heta dawiyê di ber xwe bidin, xwest di serî de hemû rayedar çi bikeve ser milê wan pêk bînin.  

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Girtiyên siyasî gireva xwe rawestandin

Hemû

, Adar 11th 2010 4:11 PM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) - Desteya Parastina Mafê Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê diyar kir ku piştî nûnerên tev komên siyasî yên Parlamentoyê serdana wan kirin, dê girev xwe...

 
 
 

MORE NEWS