Curecur

Buhayê îsotê dişewitîne    

, Sibat 8th 2010 1:40 PM
 


Enqere 8 Reşemî (AKnews) – Li Tirkiyeyê li gorî lêkolîna Memur Senê sînorê birçîtiyê 13,01 TL, yê feqîriyê  14,458 TL zêde bû. Di meha Rêbendanê de îsota tûj û îsot çarliston gelek bi buha bûn

isotun serüveniLi gorî lêkolînê, 2010'ê rêjeya birçîtî û feqiriyê zêde bûye. Sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 kesî 2009'ê wekî 879, 972 TL bû, di meha yekê ya vê salê de ev reqem bi rêjeya 13,01 TL'yî zêde bû û bû 893,063 TL. Her dîsa sînorê feqîriyê yê malbeteke 4 kesî ji 2 hezar û 352 TL'yî 14,458 TL lê zêde bû û bû 2 hezar û 367 TL.

Di meha Rêbendanê de di mezaxtina xwerek, rê, ragihandin, ardû û tenduristiyê de bilindbûneke berçav xwe daye der.

- Qehwe û portakal erzan bû

Di rêbendana 2010'ê de li gorî meha borî di buhayê dexilî de li dora 2,05 zêdebûn pêk hatiye. Zêdebûna her berbiçav di buhayê îsota tûj de ji sedî 24,27, îsota çarliston ji sedî  23,92, pîvaza hişk ji sedî 23,63, bîbera dolmeyê ji sedî 16,48, bacanreşk ji sedî 14,48 û kundir de jî ji sedî 14,48 zêdebûn hate dîtin. Ligel vana, buhayê qehwe, portalaka dotî û greyfurtê jî hate xwarê.    

- Tüpgaz dewamî zêde dibe

Di Rêbendana 2009'ê de hate dîtin ku buhayê cil û bergan ji sedî 5,65 hatiye xwarê. Buhayê dogalgazê her wekî xwe ma lê yê tûpgazê ji sedî  7,15 zêdebûn ber çavan ket.

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Helepçe bi meşa bêdeng tê şermezarkirin

Hemû

, Adar 14th 2010 9:38 PM

Enqere, 14 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji rêxistinên xwe yên bajêr re giştînameyek şand û xwest ku di 14,15 û 16’ê adarê de komkujiyên...

 
 
 

MORE NEWS