Curecur

Bo pornoya înternetê 13 sal heps

, Sibat 8th 2010 12:19 PM
 


Hewlêr, 8 Reşemî (AKnews) – Çîn hemberî malperên înternetê yên ku naveroka wan porno ye têdikoşe û bo yekê ku karsaziya ji wan yekê kiriye re 13 sal cezaya girtinê da.

InternetLi gorî nûçeya ku CHA ji malpera fermî ya Çinê Ajansa Xinhua girtiye, Dadgeha Herêma Guandgdong, ji ber kesê bi navê Huang Yizhong materyalên ku naveroka wan cinsî ne kopî kiriye û belav kiriye 13 sal cezaya girtinê û 15 hezar jî cezaya pere dan.

Li gorî nûçeyê, 4 hezar û 300 endamên malpera înternetê ku Huang bi rê ve dibe hene. Huang ji malperê 500 hezar dolar qazanc kiriye. Hate ragihandin ku, Huang ji hezar zêdetir fîlmên porno daxistine û ev di malperê de bazar kirine.

Li gorî daneyên resmî, derbarê têkoşîna pornoyê yê di înternetê de, sala borî li Çînê 5 hezar û 394 kes hatin girtin û 9 hezar malper hatin girtin.

Li Çînê 385 milyon kes înternetê bi kar tîne û ji 3 milyon û 680 hezar malperên înternetê hene. Hikûmeta Çînê bo têkoşîna hemberî malperên înternetê yên ku naveroka wan nebaş e, bi navê “Great Firewall of Chîna” (Di înternetê de Sedê Çînê) sîstemek filtrekirinê bikartîne.

Li aliyê dîtir li gorî nûçeya rojnameya Rojaneya Çînê, polîsên Çînê, malpera korsan a herî mezin a Çînê girtine.

Li gorî nûçeyê derbarê mijarê de 3 kes hatine girtin. Yên ku hatine girtin perwerdeya korsaniyê dane bi navê Blak Hawk Safety Net ku li herêmek dîtir karê korsantî dikir û têklîf êrişa vîrûsan kiriye.

Polîsan dest danî ser 249 hezar dolar pereya wan.

Li Çînê, sûcên korsantiye komputerê, demek berê ketibû nava hiqûqa cezayê.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Curecur

 

Cerdevanan keçek revand

Hemû

, Adar 12th 2010 11:25 AM

Ruha, 12 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, li Wêranşara Ruhayê, jina bi navê Bendiye Gündüz îdia kir ku keça wê ji aliyê cerdevanan ve bi darê zora hatiye revandin û gilî li...

 
 
 

MORE NEWS