Curecur
Li Xabûrê kolîn dîsa dest pê kir
, Sibat 8th 2010 12:19 PM
Şirnex, 8 Reşemî (AKnews) – Li Tirkiyeyê, Silopiya Şirnexê ber Deriyê Sînorê Xabûrê kolîna bo dîtina qurbanên kujeriya nediyar vê sibehê ji nû ve hate destpêkirin.
Yıldırım Begler ku di salên 1990’î de wergertiya Artêşa Tirk dikir gotibû di wan salan dijwar de kevir û tiştên giran li lingên hinekan hatine bestin û ew avêtine nava Çemê Hêzilê. Begler gotibû karsaz Halil Birlik û Mehmet Bilgiç bî behaneya ku yarmetî dane PKK’ê hatine kuştin û hatine binaxkirin.
Ji sala 1996’an ve ji karsazên Silpoîyê Birlik û Bilgiç tu agahî nehate girtin û li ser îdiaya li erdê gundê Girêgewrê hatine veşartin, kurê Halil Birlik, Rizgin Birlik serî li Dozgeriya Komarê yê Silopiyê da bû. Dozgerî serlêdan arasteyê Dozgeriya erka taybet ya Diyarbekirê kir.
Dozgerê erka taybet daxwaz nirxandin û xwest ku cihê ku Begler di 11’ê Rêbendana 2010’ê de nîşan dabû keşif bête kirin.
Di bin kontrola Serdozgerê Komarê yê Silopiyê Nazır Kuş de keşif hate kirin û biryar hate dayîn ku di nava Çemê Hêzilê û erdên der dor de bi giştî di 4 cihan de kolîn bête kirin.
Kolîna ku çend roj berê bi beşdarbûna rêveberên Baroya Şirnexê hati bû dest pê kirin, ji ber barana zêde hati bû paşxistin.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Curecur
|
|
Birêveberên şaxên 49 bajaran li Rihayê civiyan |
Hemû |
|
, Adar 10th 2010 9:54 PM |
||
Riha, 10 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, civîna “Konferansa Rêvebirina Krîzê û Mudaxelekirina Bûyerên Krîtik” li Rihayê di bin serokatiye Birêveberê Ewlehiya Rihayê Sabri Durmuş...
- Ji Eğitim-Senê tûrnûvaya sedrencê
- Parêzgerê Colemêrgê: Qedexeyên zozanan tên rakirin
- Hacî Elî sersaxî li musilmanên cîhanê kir
- Wezîrê Edaletê bo zarokên keviravêj zend badan
- Erdoğan bi Romanan re rûdine
- 23 Hackerên PKK'ê hatin binçavkirin
- Bo parastinê hespan dikujin
- Ji Şaredarên BDP’yî arîkariya erdhejê
- Ji bo Newrozê bi Walî re hevdîtin kirin