Aborî

‘Greva heşyariyê’ yê memûran sibê ye

, Mijdar 24th 2009 1:32 PM
 


Enqere, 24 Sermawez (AKnews) – Li Tirkiyeyê sibê bi sedhezaran xebatkarê giştiyê, kar dest berdanê bala hikumetê dê bikşîne. Serokê Giştiyê KESK’ê Samî Evren got,  di hemû saziyên giştî de dê kar raweste û “çalakiya maf gerînê bi hiqûqî ye.”

Çalakî wek “Greva heşyariyê” tê binavkirin û endamên KESK, Tirkiye Kamu Sen, Kamu-İş a Yekgirtî, BASK û HAKSEN’ê beşdarî girevê dibin. Memur-Sen tevli çalakiyê nabe û hate ragihandin ku, Türk-İş, DİSK, TTB, TMMOB û gelek sendîka û rêxistinên karbendiyê piştgirî didini çalakiyê.

Serokê Giştiyê KESK’ê Samî Evran bo AKnewsê daxuyaniyek da û got, “Di saziyên wek ragihandin, perwerdehî, tenduristî û maliyeyê di hemû saziyên giştî de dê xizmetguzarî bêne rawestandin û “Tenê di nexweşxaneyan de servîsên lezgîniyê dê vekirî bin û dermankirina nexweşên acîl dê bête kirin.”

Evren hemberî gotina Serokwezîr Erdoğan a “Dê herkes raziyê encamê be!” û derbarê kesên ku beşdarî grevê dibin jî lêpirsîn vekirin jî nerazîbûn nîşan da û got, “Di welatên demokratîk de axaftina Serokwezîrek wiha nabe. Ev çalakiya gerandina maf e. Çalakiyên gerîna maf jî ji hiqûqê re lêhatiye ne.”

Evren got, yê ku yasayan guhdar nake, serokwezîr û hikumet e û “Me ji Dadgeha Mafên Mirovan ê Ewropayê (DMME) mafê bazariyên giştî girtin. Hikumet dijî vê yekê derket lê piştre mehkum bû. Mafê grev kirinê û bazariya komî heye lê hikumet vê yekê pêknayîne. Li gorî benda 90 yê Makezagonê dema ku, hiqûqa hundir bi yê Ewropayê re ne yek be, yê Ewropa esas tê girtin. Li gel vê jî hikumet mafê bazariya komî nanas e û yasayan binpê dike.”

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye

Hemû

, Adar 11th 2010 10:33 AM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) – Serokê Koma Aborînasên Kurdistanê Mihemed Kerîm ragihand ku şerê dahatî yê kurdan li Bexdayê siyasî û aborî dibe ne şerê yasayî.Mihemed Kerîm ji...

 
 
 

MORE NEWS