Aborî

Li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka 437 otel tên çêkirin

, Mijdar 22nd 2009 8:59 AM
 


Hewlêr, 22 Sermawez (CHA/AKnews) – Hat ragihandin ku, bi meha Cotmehê re hejmara odeyên otêlên Rohilatanavîn û Bakûrê Afrîkayê gihaştine 634 hezar û 120’an û înşeata 120 hezar odeyan jî didomê yan jî di asta plankirinê de ne.

Dubai
Li gorî rapora ku ji hêla STR Global ve  hate weşandin û endustriya otêlan tê analîzkirin, di 437 otêlan de çêkirina 120 hezar û 682 ode tê plankirin. Ji vê reqemê 74 hezar ode jî di asta çêkirinê de ne.

Emîratên Yekbûyî Erebistanê bi 53 hezar û 789 odeyan di serê lîstê de cihê xwe digre. Piştî Emîratê Siûdî Erebistan bi 13 hezar û 469 odeyan rêza duyem û Fas jî bi 6 hezar û 640 rêza sêyem de cih digre.

Li gorî raporê, ji zincîrên otêlan 3 heb, ji sedî 70’ê projeyên aktîf çêdike. Cihên luks û serbixwe ji sedî 24, cihê herî luks jî ji sedî 21.2 ye.

Li gorî rapora STR ê meha Îlonê, li herêmê di 442 otêlan de çêkirina 120 hezar û 589 odeyan hatiye plankirin.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye

Hemû

, Adar 11th 2010 10:33 AM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) – Serokê Koma Aborînasên Kurdistanê Mihemed Kerîm ragihand ku şerê dahatî yê kurdan li Bexdayê siyasî û aborî dibe ne şerê yasayî.Mihemed Kerîm ji...

 
 
 

MORE NEWS