Aborî
Li Hindistanê hejmara milyarderan bû du qat
, Mijdar 21st 2009 10:17 AM
Viyana, 21 Sermawez (AKnews) – Hindî ji sivikbûna krîza aboriya cihanî derfet dîtin û hejmara milyarderên xwe derxistin du qatê. Li gorî daneyên dawî yên îsalê 52 kes li jorî 1 milyar dolar xwedî mal û pere ne.
Di sala 2007 de, ji ber krîza aboriya cîhanê hejmara milyarderan ji 54’an daketibû 27 kesan. Ji ber krîzê herî dewlemendên Hindistanê jî gelek fabrîqeyên xwe ji dest derxistibûn û biryara rawestandina hilberînê girtibûn.
Kesê herî dewlemendê Hindistanê xwediyê şirîkeyên “Reliance Industries” Mukesh Ambani ye. Tê ragihandin ku, 32 milyar dolar sermayeya Ambani heye û di rêza duyem de jî xwediyê pîşesaziya hesin-pola Lakshimi Mittal bi 30 milayar dolar e.
Hebûna malê 100 karsazên hindî yên herî dewlemend wek 276 milyar dolar tê hesabkirin. Ev hejmar ji 4’an 1 hêza aboriya Hindistanê çêdike.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Aborî
|
|
27’emîn pêşangeha li Hewlêrê vebû |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 2:25 PM |
||
Hewlêr, 14 Adar (AKnews) – Li Hewlêrê 27’emîn Pêşangeha Navdewletî bo Cil û Berg û Kelûpelên pîşesazî îro bi beşdariya 155 şîrketan ji welatên cuda cuda li ser axa...
- Sifrên ser perê Iraqê nahên rakirin
- Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye
- Dewlemendtirînê cîhanê ji Meksîkayê ye
- Îtalî li Rihayê ramedanî dikin
- Budçeya madeya 140’ê, 200 milyon dînar e
- Li Bostaniçiyê keda jinan
- Fuara Iraqê 24'ê Pûşperê ye
- Mûsilê deriyê xwe li karsazên tirk vekir
- Sînora birçîbûnê 912 TL ye