Aborî

Sendîkayên memûran Budçeya 2010’ê protesto kirin

, Mijdar 19th 2009 11:02 AM
 


Riha, 19 Sermawez (AKnews) – Li Rihayê sendîkayên memûran Yasaya Budçeya sala 2010’ê protesto kirin û sloganên “Em dewleta cûntayê naxwazin” avêtin.

stk
Sendîkayêr girêdayî Memûr-Sen û Eğitim-Bir-Sen’ê bigiştî endamên 13 sendîkayan bi slogana “Em dewleta cûntayê naxwazin” qêriyan û heta Navenda Karê Karakoyunê meşiyan. Li vê derê ser navê endamên sendikayan Nûnerê Memur-Sen’a Rihayê Mahmut Atçı daxuyanî xwend û got, “Pêşnûmeya Yasaya Budçeya 2010’ê, di serî de daxwazên aliyên ku dahatina wan kêm e bicih nayîne.”

Atçı got, “Em wek Memur-Sen, daxwaz dikin ku, salnameya dayîna meaşan bi beşdarbûna konfedarasyonan re bête diyarkirin û ji 1’ê Çileyê vê 30 TL li ser zêdekê de bête danîn. Hikumetê di para çûyînên dermankirinan de ji sdî 33 heta sedî 150 zêdekirin çêkiriye, lê ve pêkanîn barê nexweşan hêj zêde kirine.”

Piştî axaftinan sloganê “Em dewleta cûntayê naxwazin” hatine avêtin û kom bi awayek bêbûyer belav bû.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye

Hemû

, Adar 11th 2010 10:33 AM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) – Serokê Koma Aborînasên Kurdistanê Mihemed Kerîm ragihand ku şerê dahatî yê kurdan li Bexdayê siyasî û aborî dibe ne şerê yasayî.Mihemed Kerîm ji...

 
 
 

MORE NEWS