Aborî
Daxwaza ‘karê wek hev re meaşê wek hev’
, Mijdar 18th 2009 12:43 PM
Wan, 18 Sermawez (AKnews) – Endamên Sendikaya Kedkarên Buroyê (BES) Şaxa Wanê xwestin ku, daxwaza wan ê “karê wek hev re meaşê wek hev” gavek zûtir têkeve jiyanê.
Ji hêla endamên BES ên Şaxa Wanê li herêma Beşyolê ber avahiya Defterdariyê duhî daxuyaniyek çapemenî lidarxistin. Daxuyanî ji hêla Serokê Şaxê Mehmet Aydemir ve hate xwendin. Aydemir got, “Bi derketina qanûnê re, li kargehan de aramiya xebatê xera bûye û em wek xebatkarên buroyê Wezareta Maliye û Seroktiya Îdariya Hatinan , li ser heman maseyan heman karê dikin lê bi meaşên cûda cûda re têne ber hev.”
Aydemir got, “Pîvana ‘heman karê re heman meaş’ li gori benda 10 yê makezagonê divê bête çêkirin. Lê daxwaza me ji hêla Wezareta Maliye ve ji nedîtinê ve tê pêşwazîkirin û ji ber vê em derbarê wan de daxuyaniya sûcê didin.”
Aydemir banga tevlibûna çalakiya rojek karberdanê yê roja 25’ê Sermawezê jî kir.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Aborî
|
|
Şeş bingehên Veterînerî li Silêmanî tên vekirin |
Hemû |
|
, Adar 15th 2010 11:44 AM |
||
Silêmanî, 15 Adar (AKnews) – Bi merema zêdetir xizmetkirina ajeldarên gundên Kurdistanê û kontirolkirina nexweşiyan, dê îsal 6 bingehên Veterînerî li sînorê Parêzgeha Silêmanî...
- Li Tirkiyeyê bêkarî ji sedî 13.5 e
- 27’emîn pêşangeha li Hewlêrê vebû
- Sifrên ser perê Iraqê nahên rakirin
- Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye
- Dewlemendtirînê cîhanê ji Meksîkayê ye
- Îtalî li Rihayê ramedanî dikin
- Budçeya madeya 140’ê, 200 milyon dînar e
- Li Bostaniçiyê keda jinan
- Fuara Iraqê 24'ê Pûşperê ye