Aborî

Her sal 6 milyon zarok ji birçîbûnê dimirin

, Mijdar 18th 2009 8:51 AM
 


Viyan, 18 Sermawez (AKnews) – Hate ragihandin ku, li dinyayê her sal 6 milyon zarok ji birçîbûnê dimrin û 1 milyar kes jî nîvbirçî dijîn.

papa roma beslenme örgütü toplantisin da
Pêr li paytexta Îtalyayê Romayê ji hêla Rêxistina Xwedîbûna Cîhanê (FAO) yê Netewên Yekbûyî (NY) civînek hate organîzekirin û li vê derê Sekreterê Giştî Ban Ki-Moon axaftinek kir û got, “Li cîhanê têrî herkesê xwarin heye, lê dîsa jî her sal mirina 6 milyon zarokan û milyarek kesên birçî nayê qebûlkirin û divê hemû welat di vê warê de piştgirî bidin Neteweyên Yekbûyî. Di civînê de Papa 16. Benedik jî got, nîşaneya herî zalim yê birçîbûnê xizantiye û divê bo vê çareyek bête dîtin.

Li gorî Rêxistina Xwedîbûna Cîhanê (FAO), nifûsa cîhanê her diçe zêde dibe lê ramedanên bo çandiniyê wek xwe dimînin. Nifûsa Cihanê niha 6,8 mîlyar e û ev reqem di nava sedsalê de dê derkeve 9 milyaran. Tek çareye vê jî zêdekirina çandiniyê hate nîşandayîn. Li gorî rapora FAO bi gihaştina asta ku tê xwestin û birçîbûna welatên feqîr ji holê bête rakirin divê hemû welat salê de 44 milyar dolar mesrefê hildin.

Dîrektore Giştiyê FAO Jacques Diouf got, armanca wan ev e ku, heta sala 2015’ê hejmara birçiyan ji nîvenîv kêm kirine û piştî civînê dê hevpeymanek çêbê û bi vê çaredîtir dê hêj hêsantir be û ji niha vê vê garantiyê ji 190 welatên ku beşdarbibûn girtine.

FAO di civînê de Nijerya wek mînakê nîşan da u hatê destnîşankirin ku, di warê çandiniyê de 3 qat zêdetir behem hatine girtin û bi bernameya Nijeryayê pirsgirêka xwedî bûnê ji sedî 15 daxistine ji sedî 8 û ev yek bi fîlman nîşan dan.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

27’emîn pêşangeha li Hewlêrê vebû

Hemû

, Adar 14th 2010 2:25 PM

Hewlêr, 14 Adar (AKnews) – Li Hewlêrê 27’emîn Pêşangeha Navdewletî bo Cil û Berg û Kelûpelên pîşesazî îro bi beşdariya 155 şîrketan ji welatên cuda cuda li ser axa...

 
 
 

MORE NEWS