Aborî

27’emîn pêşangeha li Hewlêrê vebû

, Adar 14th 2010 2:25 PM
 


Hewlêr, 14 Adar (AKnews) – Li Hewlêrê 27’emîn Pêşangeha Navdewletî bo Cil û Berg û Kelûpelên pîşesazî îro bi beşdariya 155 şîrketan ji welatên cuda cuda li ser axa pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê hate vekirin.

peshangai newdawlati hawler
Di merasîma vekirinê de ji bilî Berpirsê Pêwendiyên Derve û Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Sînan Çelebî, Konsole Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Aydin Serçin  û çendîn bazirgan û xwedanên şîrketan amade bûn”.

Di pêşangeha navdewletî ya hewlêrê de 2 pêşangeh bi hev re hatin vekirin, pêşangeha yekem taybet bû bi cil û bergan ku tê de 63 şîrketên Tirkî cil û bergên xwe nîşan didan û pêşangeha duyem jî taybet bû bi kelûpelên pêşesazî ku zêdetirî 80 şîrket tê de beşdar bûn ku ji welatên Tirkiye, Mîsr, Sûriye û bajarên din yên Iraqê hatibûn.

peshangai newdawlati hawlerRêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Letîf Arêf bi dezgehên çapemeniyê di nav de AKnewsê re ragihand, “Îro 27’emîn pêşangeha li ser axa pêşangeha navdewlatî ya Hewlêrê hate vekirin ku bi giştî 155 şîrketan di çendîn welatan tê de beşdarin”.

Arif wiha berdewam kir, “Bi giştî di dema vekirina pêşangehan de ji hêla welatiyan ve pêşwaziyek zaf tê kirin”.

şm AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Bo parastina xwerekê 65 milyar dolar

Hemû

, Temûz 30th 2010 1:30 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Hate diyarkirin ku ji bo berfirehkirina sektora çandinî ya welatên ereb, tê plankirin ku di nava 20 salan de 65 milyar dolar razemenî bête...

 
 
 

MORE NEWS