Aborî

Mûsilê deriyê xwe li karsazên tirk vekir

, Adar 9th 2010 1:12 PM
 


Hewlêr, 9 Adar (AKnews) – Cîgirê Serokê Odeya Pîşekarî û Bazirganiyê yê Mûsilê Ahmet Beydağlı, diyar vkir ku di pêvajoya ji nû ve avedankirina Iraqê de 150 milyar dolar razemenî kiriye û bangî karsazên tirk kir ku ji vê sûdê wergirin.
 
Multi-storey buildingLi gorî nûçeya CHA'yê, Ahmet Bardağlı çû paytexta turîzma Tirkiyeyê Antalyayê û bal kiaşnd ku ambargo û ev şerê 30 sal e li Iraqê heye, binesaziya Iraqê ya tenduristî, perwerde û aborî têk biriye û bi bîr xist ku pêdiviya wan bi warnişînan heye.

Beydağlı, destnîşan kir ku dewlet bi erzanî zeviyan dide mutahîdên bi karê warnişînan radibin û got, "Li Iraqê avahî avakirin erzan lê firotin giran e. Warnişîna bi 25 hezar dolarî tête avakirin bi rehetî bi 50 hezarî tête firotin. Gelek proje hêj naqediyayî têne ber bazarê. Şîrketên tirk di warê avakiirna warnişînan de pispor in. Bila bên li Iraqê razemeniyê bikin." 

Beydağlı, bi bîr xist ku ji Iraqê bi hezaran mirov bo ku tedawî bin tên berê xwe didin Îran, Sûriye, Ewropa, welatên Ereb û bal kişand ku dewlet gelek girîngiyê dide razemendên nexweşxaneyê û her awayê derfetan jê re pêşkêş dike.

Ahmet Beydağlı, aşker kir ku li Herêma Kurdistanê aramî zêde bûye û wiha axivî:

"Bo ku rîska ewlekariyê em çareser bikin hin hewldanên me hene. Li bajarê Mûsilê em warekî 100 kîlometreyî yê ewle ava dikin. Ev der bo avakirina nexweşxaneyan gelekî baş e. Heke karsazên tirk bên em ê her awayê arîkariyê bo wan bikin. Em bi xwe dê wan biparêzin."

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Bo parastina xwerekê 65 milyar dolar

Hemû

, Temûz 30th 2010 1:30 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Hate diyarkirin ku ji bo berfirehkirina sektora çandinî ya welatên ereb, tê plankirin ku di nava 20 salan de 65 milyar dolar razemenî bête...

 
 
 

MORE NEWS