Aborî

Aboriya Herêmê bi Îranê re berfireh dibe

, Sibat 8th 2010 8:18 AM
 


Silêmanî, 8 Reşemî (AKnews) – Bi helkevfta 31 saliya serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê, konsûlxaneya Îranê ya Silêmanî nîvero xwarinek ji bo hejmarek berçav tex û qatên wî bajarî li dar xist û konsûlê wî welatî tekez li ser berfirehkirina pêwendiyên aborî bi herêmê re kir.

ali raza umedi‭, ‬konsuli iranDi peyvekê de bo amadebûyan Konsûlê Îranê yê Silêmanî Elîreza Omîdî behsa serketina şoreşa Îslamî ya Îranê kir û behsa wan destketan kir ku di salên derbasbûyî de bi dest hatine.

Omîdî derbarê Iraqê de jî axivî û wiha got, “Îran amadeyê alîkarî û piştevanîkirina gelên Iraqê e û dixwaze Iraq di rewşek aram û binecî de be”.

Omîdî derbarê Herêma Kurdistanê de wiha got, “Giraniya hewlên me li Herêma Kurdistanê bi giştî û Silêmanî bi taybetî li ser wê ye ku pêwendiyên aborî yên xwe berfireh bikin û hewla berev pêşbirina pêwendiyan bidin”.

Omîdî axaftina xwe wiha domand, “Di salên derbasbûyî de me hêsankariyên zaf bo wan kesan kiriye ku dixwestin serdana Îranê bikin, bi taybet bazirgan û ew ên ku ji ber nexweşiyê çûne Îranê”.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

27’emîn pêşangeha li Hewlêrê vebû

Hemû

, Adar 14th 2010 2:25 PM

Hewlêr, 14 Adar (AKnews) – Li Hewlêrê 27’emîn Pêşangeha Navdewletî bo Cil û Berg û Kelûpelên pîşesazî îro bi beşdariya 155 şîrketan ji welatên cuda cuda li ser axa...

 
 
 

MORE NEWS