Aborî

Borsaya Hewlêrê vebû

, Adar 14th 2010 6:47 AM
 


Hewlêr, 6 Reşemî (AKnews) – Serokê Borsaya Menkul Qîmetan a Hewlêrê Ahmet Abdulrahman Bengin, diyar kir ku bi 10 milyar dînarê Iraqê gav avêtine nav cîhana aborî û piyasaya wan jî ji fîrmayên xwecihî û bankayan pêk tê.

ahmed abdulrahman‭, ‬saroki borsay banginBorsaya Menkul Qîmetan a Hewlêrê pêşembiya borî li paytext Hewlêrê li Otela Sheraton bi daxuyaniyekê hate ragihandin.  

Serokê Borsayê Ahmet Abdulrahman Bengin ji AKnewsê re axivî û wiha got: "Ev sal û nîvek e ji bo avabûna Borsaya Kurdistanê xebatên me berdewam dikin. Ji bo ku xelkê herêmê pê germ bibe hikûmet jî bi rêjeya ji sedî 20 tevlî Borsayê bû. Sermayeya hemû fîrmayên xwecihî û bankayan a borsayê 8 milyar û 142 milyon dînarê Iraqê ye."  

Abdulrehman diyar kir ku ew dixwazin di pêşerojê de bi borsayên dîtir re hevrikiyê bikin û ji derve hiseyan werbigirin.

Muşawirê Desteya Wezîran a Aborî Abdullah Ahmet Abdulrehim jî wiha axivî: "Ji bo ku borsayê vekin me 20'ê Rêbendana 2009'ê ji Iraqa Federal destûra fermî wergirtibû."

drawAbdulrehîm dişyar kir ku borsa bi fermî vebûye û heta bikaribin li gorî standardên navneteweyî dest bi kirîn û firotinê bikin, dê salek bigire.

Hin fîrma û bankayên ku di Borsaya Menkul Qîmetan a Hewlêrê de ne wiha ne:

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Duhokê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Silêmaniyê, Grûba Sîrketên Dabin, Fîrmaya Berhemhênana Giştî ya Salahaddinê, Fîrmaya Bazirganiyê ya Zagrosê, Korek Telekom, Grûba Şîrketên Cihanê, Fîrmaya Sozanê, Zanîngeha Cihanê, Bankaya Iraq Rojhilata Navîn, Aşur Bank û Kuzey Bank.

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Sifrên ser perê Iraqê nahên rakirin

Hemû

, Adar 14th 2010 12:12 PM

Kerbela, 14 Adar (AKnews) – Cîgirê Parêzgarîkirina Bankeya Navendî ya Iraqê Ehmed Brêhî hebûna biryareke siyasî derbarê rakirina sifrên ser pereyê Iraqê ret kir.Ehmed Brêhî di...

 
 
 

MORE NEWS