Aborî

Projeyasayek bo komkirina zekatê

, Sibat 6th 2010 9:45 AM
 


Silêmanî, 6 Reþemî (AKnews) – Wezareta Ewqaf ya Hikûmeta Herêmê mijûlê amadekirina projeyasayekê ye bo komkirin û parvekirina zekatê. Piþtî pejirandinê dê ji hêla Wezîrê Ewqaf û Civata Wezîran ve pêþkêþî Parlamentoyê bête kirin.

Wta bejy awqafBerdevk û Rêveberê Çapemeniya Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merîwan Neqþbendî ji AKnewsê re diyar kir, “Piþtî ku kabîneya pêncem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbûna li ser pêþniyara Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî derbarê projeyasaya komkirin û parvekirina zekatê nîþan da, Wezîrê Ewqafê yê kabîneya ºeºem Kamil Hacî Elî bi komîteya yasayî ya amadekirina vê projeyasayê civiyaye û piþtevaniya karê wan kiriye”.

Neqþbendî wiha pê de çû, “Dê di çend heftiyên bê de projeyasaya han amade be û piþtî pejirandinê dê ji hêla Wezîrê Ewqaf ve pêþkêþî Civata Wezîran bête kirin.

Li gorî Wezareta Ewqaf û pisporên aborî her sal li Herêma Kurdistanê bi dehan milyon dolar ji hêla dewlemend û xêrxwazan ve wekî pareyê zekatê tê dayîn, lê bi awayekî ketober tê parvekirin û hemû hejar mifahê jê nastînin, lewra Wezareta Ewqaf dixwaze ew zekata ku li Kurdistanê tê komkirin bi rêya yasayî û þerî bo baþtirkirina rewþa aborî ya herêmê û derbaskirina hejaran bête bikaranîn.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye

Hemû

, Adar 11th 2010 10:33 AM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) – Serokê Koma Aborînasên Kurdistanê Mihemed Kerîm ragihand ku şerê dahatî yê kurdan li Bexdayê siyasî û aborî dibe ne şerê yasayî.Mihemed Kerîm ji...

 
 
 

MORE NEWS