Aborî
Li Tirkiyeyê greva giştî
, Sibat 4th 2010 12:20 PM
Enqere, 4 Reşemî (AKnews) – Li Tirkiyeyê, konfederasyonên karker û memûran, bo piştevaniya karkerên TEKEL’ê ku di berxwedanê de ne, “hêza xwe ku ji hilberînê tê” bi kar anîn û kar berdan.
Nezî 5 milyon karker û memûrên ku girêdayî Türk-İş, Hak-İş, DİSK, Kamu-Sen û KESK’ê ne îro çalakiya karberdanê dikin. Berê Memur-Sen ragihand ku dê beşdarî çalakiyê bibe lê di gava dawî de jêgeriya.
Çalakî di giştiya Tirkiyeyê de saet 08:00’ê dest pê kir û 17:00’ê êvarê dê biqede. Hejmarek zêde rêxistinên karbendiyê û saziyên civaka sivîl jî piştgirî didin çalakiyê.
Karker û Memûrên ku di çalakiyê de ne îro saet 12:00’ê li Meydana Kızılaya Enqereyê kom bûn û amitîng li dar xistin.
Karkerên TEKEL’ê, piştî arizîkirina saziyan ji kar hatibûn derxistin. Pêşniyara hikûmetê yê “Di statuya 4C’yê de saziyên dîtir ên dewletê de cih bigrin” ji ber “Dê mafên me bêne windakirin” qebûl nakin û dixwazin “di statuya xwe ya berê de bixebitin.” Bo vê ev 52 roj in ku li Enqereyê di çalakiyê de ne.
Ji hevdîtinên nevbera Türk-İş û hikûmetê encam derneket û 5 konfederasyonên karker û memûran bo piştgirîdayîna karkeran di giştiya Tirkiyeyê de biryara “1 roj kar berdanê” girtibû.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Aborî
|
|
27’emîn pêşangeha li Hewlêrê vebû |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 2:25 PM |
||
Hewlêr, 14 Adar (AKnews) – Li Hewlêrê 27’emîn Pêşangeha Navdewletî bo Cil û Berg û Kelûpelên pîşesazî îro bi beşdariya 155 şîrketan ji welatên cuda cuda li ser axa...
- Sifrên ser perê Iraqê nahên rakirin
- Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye
- Dewlemendtirînê cîhanê ji Meksîkayê ye
- Îtalî li Rihayê ramedanî dikin
- Budçeya madeya 140’ê, 200 milyon dînar e
- Li Bostaniçiyê keda jinan
- Fuara Iraqê 24'ê Pûşperê ye
- Mûsilê deriyê xwe li karsazên tirk vekir
- Sînora birçîbûnê 912 TL ye