Aborî

Qada petrola Silêmaniyê berfireh dibe

, Sibat 4th 2010 11:53 AM
 


Silêmanî, 4 Reşemî (AKnews) – Rêveberê Qada Petrola Silêmaniyê ragihan ku daxwaz ji Wezareta Çavkaniyên Suriştî kirine beşên qada petrolê berfireh bikin û qaymeqamê Koyeyê jî nameyek bo pêkanîna qadeke petrolê pêşkêşî wê wezaretê kiriye.

Palawgai Nawti ErbilRêveberê Qada Petrola Silêmanî Kemal Teha ji AKnewsê re diyar kir, “Qada Petrola Silêmanî rojane dikare nêzîkî 2500 bermîl şewatên wekî gazoîl, benzîn û petrolê berhem bîne, ew jî rêjeyeke kême û nikare pêwîstiyên welatiyan dabîn bike, lewra wan qadeke din damezirandine ku di rojekê de şiyana berhemanîna 1500 hezar bermîl petrol heye”.

Kemal wiha pê de çû, “Bi merema zêdekirina şiyana berhemanîna qada petrola Silêmanî daxwaziyek pêşkêşî Wezareta Çavkaniyên Suriştî ya Herêmê kirine bo dabînkirina 12 pompên pêşketî ji wê qadê re da ku şiyana wê ji 4 hezar bermîl bo 5500 bermîl di rojekê de zêde bibe”.

Ji hêlek din Qaymeqamê Koye Çapok Seîd ji AKnewsê re diyar kir, “Zanyariyên me hene ku şîrketeke Tirkî bo avakirina qadeke şewatê li sinorê bajarê Koye bi Wezareta Çavkaniyên Suriştî re gotûbêj kiriye, lê em nizanin ew gotûbêj bi kî derê gihîştine”.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye

Hemû

, Adar 11th 2010 10:33 AM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) – Serokê Koma Aborînasên Kurdistanê Mihemed Kerîm ragihand ku şerê dahatî yê kurdan li Bexdayê siyasî û aborî dibe ne şerê yasayî.Mihemed Kerîm ji...

 
 
 

MORE NEWS