Aborî
Bo hewldana jinan rêveberên mêr
, Sibat 4th 2010 9:46 AM
Wan, 4 Reşemî (AKnews) – Li Tirkiyeyê, li bajarê Wanê di Komîteya Giştî ya Ayasî ya Komeleya Piştgirî û Hewldana Jinan a Wanê (KGD- DER) de 2 jin û 6 mêr ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
2'emîn Komîteya Giştî ya Asayî ya KGD-DER'ê duh li Tesîsên Xizmetên Civakî ya Kambûsa B a Îdareya Taybet a Bajêr hate lidarxistin.
Hilbijartina ku peyamnêrê AKnewsê şopand bi yek lîsteyê hate kirin û di encamê de, Ramazan Gökdemir, Rezzan Bayram, Abidin Kasapoğlu, Faysal Değer û Sevnur Pekbay ji bo Komîteya Rêveberiyê û Yakup Simeklioğlu, Veysel Dikici û Fevzi Kürekçi jî ji bo Komîteya Çandêriyê hatine hilbijartin.
Di Komîteyê de biryarên nû hatin girtin. Li gorî vê, ji bo jinên dixwazin karê xwe saz bikin ji 300 TL "endamtiya nû" bû 1. 000 TL, "endamtiya zêrîn" ji 1.500 TL bû 2.000 TL, "endamtiya elmasî" jî ji 3.000 bû 5 hezar TL. Her wiha di komîteyê de biryar hate girtin ku krediya ev 5 sal in tenê li navenda Wanê tê dayîn, ji niha pê de li navçeyan jî bête dayîn.
Waliyê Wanê Munir Karaloglu jî beşdarî civînê bû û bi bîr xist ku heta niha 1 milyon 684 hezar TL kredî daye hezar û 426 jinên ku li vî bajarî xwestiye karekî saz bike.
om AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Aborî
|
|
Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye |
Hemû |
|
, Adar 11th 2010 10:33 AM |
||
Silêmanî, 11 Adar (AKnews) – Serokê Koma Aborînasên Kurdistanê Mihemed Kerîm ragihand ku şerê dahatî yê kurdan li Bexdayê siyasî û aborî dibe ne şerê yasayî.Mihemed Kerîm ji...
- Dewlemendtirînê cîhanê ji Meksîkayê ye
- Îtalî li Rihayê ramedanî dikin
- Budçeya madeya 140’ê, 200 milyon dînar e
- Li Bostaniçiyê keda jinan
- Fuara Iraqê 24'ê Pûşperê ye
- Mûsilê deriyê xwe li karsazên tirk vekir
- Sînora birçîbûnê 912 TL ye
- Li Rojhilata Navîn deriyên nû yên sînoran
- Di 10 salên dawî de jinên bêkar bûn du qat