Aborî

Bo cigareyê rekora zemê

, Sibat 3rd 2010 1:48 PM
 


Enqere, 3 Reşemî (AKnews) – Li Tirkiyeyê, di çarçoveya Buhayê Endeksa Mezêxeran (TUFE) de meha Rêbendanê bi rêjeya 28.23 zema herî bilind li cigareya Samsûnê hate kirin. Bi rêjeya 14.82 jî kurtekê jinan buhayê herî kêm lê hate kirin.

Saziya Statîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) îro reqemên enflasyona meha Rêbendanê eşkere kirin. Li gorî TUFE'yê, meha Rêbendanê buhayê zemê piştî cigareya Semsûnê bi rêjeya ji sedî 26.13 cigereya LM, ji sedî 24.51 îsota tûj, ji sedî 23.69 pîvaza hişk, ji sedî 21.15 derwazeya pireyan, ji sedî 18.31 derwazeya otobanê li pey hatin.

Li gorî nûçeya ANKA'yê, meha Rêbendanê cigareya Marlboro ji sedî 18.18, gaza suriştî ji sedî 17.89 li buhayê xwe zêde kir.  

Di çarçoveya TUFE'yê de meha Rêbendanê buhayê kurtekê jinan ji sedî 14.82 daket û rekora daketinê şikand. Pey wê de ji sedî  14.81 kabanê jinan, ji sedî 12.50 cizmeya jinan, ji sedî 12.23 kurtekê mêran û ji sedî 11.26 kurtekê zarokan hatin.

Di Buhayê Endeksa Berhemdêran (UFE) de jî meha Rêbendanê bi rêjeya ji sedî 8.2  buhayê sifirê (bakır) gelek zêde bû. Li pey vê, ji sedî 7.45 kabloyên otomobîlan, ji sedî  6.56 goştê golikan û ji sedî 5.66  penîrê spî hatin.   

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Aborî

 

Kerîm: Şarî dahatî li Bexdayê siyasî û aborî ye

Hemû

, Adar 11th 2010 10:33 AM

Silêmanî, 11 Adar (AKnews) – Serokê Koma Aborînasên Kurdistanê Mihemed Kerîm ragihand ku şerê dahatî yê kurdan li Bexdayê siyasî û aborî dibe ne şerê yasayî.Mihemed Kerîm ji...

 
 
 

MORE NEWS