Kultur
Êrişa İzmirê bû mijara hunerê
, Mijdar 29th 2009 12:55 PM
İstanbul, 29 Sermawez (AKnews) – Nîgarvan, helbestvan, hunermendê vîdeo û performansê Hakan Akçura, li ser êrişa 22 Sermawezê yê İzmirê ya li ser konvoya DTP’ê, binavê “Bîrdariya bi nijadperestiya tirk re rû bi rû hatin” xebatek nû çêkir. Akçura, piştî êrişa li ser DTP’ê şîroveyên nijadperestiyê ku li ser înternetê hatine weşandin û gotinên dijberiya kurdan di xebata xwe de nîşan dide. Birdariya Akçura ji 6 metre bilindtir e û 1265 rêz û 33 hezar û 120 peyvan pêk tê.
Hunermend, navê “Bîrdariya rû bi rû hatina nîjadperestiya tirk ya tijî nefretê li hemberî kesên kurd û neteweya kurd” da xebata xwe û wêneyekî 40 santîmê bîrdariyê jî nîşan dide, di înternetê de parvekir.
Akçura got, xebata wî 44 santîm fireh û 617 santîm jî dirêj e û armanca wî ev e ku, li hemberî mesajên nijadperestiyên li ser malperên nûçeyan û forûman tên weşandin, bi evîndariya du neteweyan ên tirk û kurd; tirk û ereb, rûm, ermenî derxe pêşberî van.
Akçura got, ji ber tu kes derbarê vê evîndariyê de vîdeo jê re rênekiriye, aktivîteya vê warê betal kiriye.
Akçura got, ew piştî “kevir, pehin, kulm, sloganên ku li İzmirê hemberî konvoya DTP’ê hatin avêtin” dest bi xebatê kiriye. Akçûra şîroveyên înternetê yên di roja 22 û 23 Sermawezê kişandiye xebata xwe û bi vê awayê şîroveyên xwendevanên malperên cur bi cur wergerand berhemek huner ê. Akçura derbarê xebata xwe de wiha got, “Xwediyê wan şîroveyan hemû, bi jehra nijadperestiyê seqet bûne. Li her deverê cîhanê de ev şîrove dê bibin sedemê lêpirsîna polîsan û ger hemû bêne komkirin, bo bernameyek dijberî nijadperestiyê têkeve rojevê bes e.”
Akçura got, bi vê xebatê wî nîşan daye ku, pêdiviya welatê bi rû bi rû hatinek wiha heye û ji ber vê ev şîrove kişandine xebata xwe û wiha dom kir:
“Hêvî dikim ku, hêza vê xebata min, ji tesîra jehrê hêj zêdetir be. 48 saet piştî bûyera İzmirê vê carê li Çanakkaleyê xwestin 3 ciwanên kurd lînc bikin û bo vê zorê dan qereqolê. Bi vê awayê bi hezaran kes hene û diviya bû min vê xebatê kiriba.”
Hakan Akçura bixwe jî ji İzmir Karşıyakayê ye û li Swêdê dijî. Akçura got, “min ev xebatê bo yên ku vê şerbeta jehr dizanin re na, ne bo yên ku herî kêm qasê min jî dizanin re. Bo yên ku hêj wehameta rewşê nedîtinê re ye. Bila ew bixwînin.”
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Diramayeke televîzyonî bi 4 zimanan li ser Kerkûkê |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 1:23 PM |
||
Kerkûk, 14 Adar (AKnews) –170 kesayetiyên hunerî beşdarî duhî destpêka yekem diramaya televîzyonî bi 4 zimanê netewên cuda derbarê dîroka bajarê Kerkûkê kirin.Derhênerê vê...
- Fîlma Helebçeyê tê nîşandan
- “Şawakan” di Festîvala Enqereyê de
- Nemir got, bi xelata Sağnıç serbilind im
- Jiyan û têkoşîna Barzanî bi tirkî derçû
- Mizgînê Helepçe û Newroz nirxand
- Hunermend bo aştî diçin Diyarbekirê
- Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar