Kultur
Derhênerê Colemêrgê xelat girt
, Mijdar 26th 2009 1:25 PM
Colemêrg, 26 Sermawez (AKnews) – Fîlmê derhêner û aktorê Colemêrgî Ahmet Zirek li Misrê xelat girt.
Fîlmê aktor û derhêner Zirekê Colemêrgê ku jiyana penaberek di navbera İngiltere û Fransayê de hildida dest a binavê “Penaberê Parîsê”, di 33. Mihrîcana Fîlman a Navneteweyîya Qahîreyê de xelata Pîramîda Zîv girt. Fîlmê yekem ê Zîrek di warê fîlmên dijîtal de bo vê xelatê rewa hate dîtin.
Derhêner Ahmet Zirek xelata xwe di merasîma 20’ê Sermawezê ku li paytexta Misrê Qahîreyê hate li dar xistin girt û di fîlmê de 5 salên xweyên Parîsê û jiyana kurê xwe ku şandibû Colemêrgê bi malbatê re hevnasînê hildide dest.
Zirek heta niha, bi derhênerên wek, Yılmaz Güney, Costa Gavras, Sally Potter û Jean-Luk Goddard re kar kiriye û hunermendên wek Isabella Adjani, Monica Belluci û Johnny Depp re lîztiye. Derhêner Zirek di sala 1980’ê de ji ber derbe û zextên leşkerî Colemêrg terk kir û ji wê demê ve li Parîsê dijî.
Derhêner Zirek, fîlmê xwe yê yekem “Penaberê Parîsê” diyariya Yılmaz Güney û diya xwe kir û hêj berê jî kitêba xwe yê binavê “Bifikre ku” jî diyariya wan kiribû. Fîlmê Zirek berê vê di meha Tîrmehê de li Mihrîcana Fîlmên Parîsê de hatibû nîşandayîn.
Di Mihrîcana Fîlmên Qahîrê yê Navneteweyî de xelata Pîramîta Zêrîn bi fîlmê “The Rapture of Fe” derhêner Alvin B. Yapanê girt.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Hunermend bo aştî diçin Diyarbekirê |
Hemû |
|
, Adar 11th 2010 8:01 PM |
||
Îstanbul, 11 Adar (AKnews) – Beşdarvanên Rêxistina Bo Aştiyê Hunerê wêjevan, muzîsyen, helbestvan, peykertraş û wênesaz bo ku balê bikşînin li ser rewşa zarok û şaredarên ku...
- Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar
- Çaremîn festîvala roja azadiya Hewlêrê
- Belgefîlma Gobeklitepe di TRT’ê de ye
- Pêşangeheke taybet ya şêwekarî li Hewlêrê
- Kovara W bi hejmara nû li bayiyan e
- Li Îstanbulê bayê Xadem rabû
- Kerîm: Kurd jî xwediyê sînemayê ne