Kultur

Li Mêrdînê ‘Xerîbek Orhan Welî’

, Mijdar 25th 2009 12:22 PM
 


Mêrdîn, 25 Sermawez (AKnews) – Li Mêrdînê di çarçoveya “1.Mihrîcana Neteweyî ya Şanoya Zarok û Ciwanan ê Mêrdînê” de, Müşfik Kenter duhî lîstikek tek kesî ya binavê “Xerîbek Orhan Welî” xist ser dikê.

mardin1
Li Mêrdînê, bi hevkariya Wezareta Kultur û Turîzmê, Parêzgeriya Mêrdînê, Serokatiya Îdareya GAP’ê û Şanoyên Dewletê ve pêr “1.Mihrîcana Neteweyîya Şanoya Zarok û Ciwanan ê Mêrdînê” destpêkir. Di çarçoveya şahiyê de şanogerê navdar Müşfik Kenter lîstika tek kesî “Xerîbek Orhan Welî (Bir Garip Orhan Veli)” derxist ser dikê. Parêzger Hasan Duruer û Şaredar Beşir Ayanoğlu jî di nav de gelek welatiyan şanoyê temaşe kir.

Paşî şanoyê Parêzgerê Mêrdînê Hasan Duruer daxuyaniyek da rojnamegeran û got, meriv dema tijîbûna solanê dinêre dibîne ku Mêrdîn çiqas hesreta huner û kulturê maye. Duruer got, “Me vîzyona Mêrdînê çêkir. Me got, li gel turîzmê bajarê kultur û hunerê ye. Dema em îro li salonê dinêrin mafdarbûna xwe dibînin. Em ê Mêrdîn bigihênîn cihê ku heq kiriye.”

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

“Şawakan” di Festîvala Enqereyê de

Hemû

, Adar 13th 2010 12:05 PM

Îstanbul, 13 Adar (AKnews) – Fîlma "Demsala Dawîn: Şawakan" ku derhêneriya wê Kazım Öz kiriye, îsal 11-21'ê Adarê dê di beşa belgefîlman a 21'ê Festîvala Navneteweyî ya...

 
 
 

MORE NEWS