Kultur
Ji kilaman têr nebûn rabûn govendê
, Mijdar 24th 2009 2:45 PM

Diyarbekir, 24 Sermawez (AKnews) – Dengbêjên Mala Dengbêjan ku her roj ji sedan serdêran re kilam dibêjin, ji kilaman têr nebûn û di hewşê de dest bi govendê kirin. Govenda dengbêjan dawetên gundan anîn bîra mirovan.
Her roj bi sedan kes, ji bo ku çend kilamên dengbêjiyê guhdar bikin tên serdana Mala Dengbêjan. Dengbêj bi saetan ji kesên têne serdanê re distirên û bi awazên xwe mêvanan dibin rojên berê. Lê îcar di şûna kilaman de, li hewşa Mala Dengbêjan govend derkete pêş. Dengbêjên ku ji kilaman têr nebûn, nekarîn xwe bigrin û rabûn govendê. Di govendê de yekî got û komeke din lê vegerandin. 
Piştî govendê dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî û Feleknaz bi kilamên “Bavê Fexriyan” û “Bavê Seyro” ji mêvanan re pêşkêş kirin. Ji bo van herdu kilaman bi deqeyan li çepikan hate xistin. Seyîdxanê Boyaxçî ku ji AKnews’ê re axivî, wiha got: “Em zû bi zû govend nagirin. Lê carna dilê me tiştên wisa jî dixwaze. Ciwaniya me tê bîra me, em jî dest bi govendê dikin. Mêvanên niha pir bi siûd in. Em kêm caran govend digrin.”
md AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Hunermend bo aştî diçin Diyarbekirê |
Hemû |
|
, Adar 11th 2010 8:01 PM |
||
Îstanbul, 11 Adar (AKnews) – Beşdarvanên Rêxistina Bo Aştiyê Hunerê wêjevan, muzîsyen, helbestvan, peykertraş û wênesaz bo ku balê bikşînin li ser rewşa zarok û şaredarên ku...
- Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar
- Çaremîn festîvala roja azadiya Hewlêrê
- Belgefîlma Gobeklitepe di TRT’ê de ye
- Pêşangeheke taybet ya şêwekarî li Hewlêrê
- Kovara W bi hejmara nû li bayiyan e
- Li Îstanbulê bayê Xadem rabû
- Kerîm: Kurd jî xwediyê sînemayê ne