Kultur

Koma Nanobeat ‘Wirde Bezîm’ derdixe

, Mijdar 24th 2009 9:34 AM
 


Köln, 24 Sermawez (AKnews) – Koma Nanobeat ku ji aliyê hûnermendê kurd Hêmin Derya ve li bajêrê Almanya Kölnê hatiye damezrandin, niha li ser albûma xwe ya yekemîn bi navê "Wirde Bezîm – Rîtmên Biçûk" dixebite.

Nanobeat
Damezrînerê komê Hêmin Derya daxuyaniyek da AKnewsê û  got Koma Nanobeat ji hunermendên kurd, alman û afrikî pêk tê û “armanca me ew e ku, em muzîka kurdî bi resenetiya xwe, bi qalibeke nûh li Ewropa bidin nasandin.”

Derya, di berdewam axaftina xwe de got, “Me bi heş‏yariyek mezin perçeyên muzîkê û stran hilbijartin. Em wan ji nû ve amade dikin, dabeş‏ dikin û bi muzîka nûjen ya cîhanê re lihevtînin.’’

Nanobeat
Astrid Metzler ku di heman demê de direktora komê ye ji AKnewsê re got, Nanobeat niha li ser amadekirina albûma xwe ya yekemîn dixebite û "Navê albûmê 'Wirde Bezim – Kêfên biçûk' e. Ji 10 stranan pêk tê û ji hêla Leyla Zerya û Dersîm Hewraman ve bi kurmancî, soranî, zazakî û hewramî tên gotin. Karê amadekirin, dabe‏şkirin û tomarkirinê ji aliyê Hêmin Derya ve hatiye pêkanîn. Albûm, di despêka sala 2010’an de, dê bête belavkirin.”

Metzler naveroka albûmê eş‏kere nekir, lê got “Me klîbek bi heman navê çêkir ji televîzyonên kurdî re ‏şand. Em hêvî dikin ku di rojên pêy‏ de wê bête weş‏andin. Herwiha em ê ‘Wirde Bezim – Rîtmên Biçûk’ ji 70 radiyoyên  Almanya, Avusturya, Belçîka, Hollanda û welatên Bakûrê Ewropayê re bi‏şînin.’’

Metzler got, "endamên Koma Nanobeatê (www.nanobeat.me) jî, Leyla Zerya, Darsim Hawraman, Oleg Kosse, Philipp Godart, Kabakama Solo, Hemin Derya, Johannes Pelzer, Astrid Metzler in."

bs AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Fîlma Helebçeyê tê nîşandan

Hemû

, Adar 14th 2010 10:38 AM

Silêmanî, 14 Adar (AKnews) – Dê di 22’emîm festîvala kîmiyabarankirina bajarê Helebçeyê de fîlma sînemayî ya Ew roja ku Babenoêl girya, bête nîşandan.Ekterê serekî yê fîlma...

 
 
 

MORE NEWS