Kultur
Dengê Avê
, Mijdar 23rd 2009 12:34 PM
Hewlêr, 23 Sermawez (AKnews) – Albuma kurdî ya Hozan Şêxo a binavê Dengê Avê ji hêla Ses Plak ve hate derxistin û belavkirin.
Hunermend li dûv albuma xwe ya Dengê Axê ku di sala 2002’an de derxistibû niha jî xebata xwe ya heftemîn a bi kurdî amade kir. Di albûma Dengê Avê de kurdiya ku li Mereş, Meletî, Semsûr û Entabê tê axaftin esas girtiye.
Di nivîsa nasandina albumê de Hozan Şêxê destnîşan dike ku, wî ji nivîskar û dîroknasê Mereşî Mehmet Bayrak gelek arîkarî girtiye û ew xistiye nava lêkolînên fireh û bi vê awayê piştî 50 saliya xwe ketiye nava bexçeyek nû yê kurdiyê.
Hunermend di ve albumê de li gel besteyên xwe, Ahmet Dümrül, Ahmet Donat û helbestên Mehmet Bayrak jî beste kirine cih daye du stranên tirkî jî.
Ses Plak ku albumên hunermendê navdarê kurd Şivan Perwer diweşîne ev berhama Hozan Şêxo belav kiriye û di berhemê de ev stran hene:
Xacê
Az La Kuma
Aşiqê Rastî
Go’zinco’n mekin
Ali Yar
Rindê Wara
Bukê
N’ettin Beni
Te Kingê Werî
Rengên Welat
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Mizgînê Helepçe û Newroz nirxand |
Hemû |
|
, Adar 12th 2010 11:26 AM |
||
Wan, 12 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, kovara Mizgînê ya ku bi kurdî û tirkî weşanê dike, bi berga, "Ji nû ve avakirina zihniyeta kurdî" derket. Kovara Mizgîn ku 6 sal e...
- Hunermend bo aştî diçin Diyarbekirê
- Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar
- Çaremîn festîvala roja azadiya Hewlêrê
- Belgefîlma Gobeklitepe di TRT’ê de ye
- Pêşangeheke taybet ya şêwekarî li Hewlêrê
- Kovara W bi hejmara nû li bayiyan e
- Li Îstanbulê bayê Xadem rabû