Kultur
Sezen Aksu bo Ceylan Önkol stran çêkir
, Mijdar 22nd 2009 8:59 AM

Diyarbekir, 22 Sermawez (AKnews) – Sezen Aksu, bo Ceylan Önkola ku li mezraya Pêkûy a Licê bi hewanê jiyana xwe ji dest dabû stranek nivîsand.
Hunermanda navdara dengê Sezen Aksu, bo Ceylan Önkola 12 salî ku, di dema çêrandina pez de li mezraya Pêkûy a Licê bi hewane ku ji bargehek leşkerî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû stranek nivîsand.
Nivîskarê Muzîkê Naim Dimener, bo kovara mehaneya Milliyet Sanat ku di 29’ê Sermawezê de dê derkeve nûçeyê bi van rêzan radigihîne:
“5’ê Sermawezê Pêncşem / Ji bir sedemek ez ji SN Muzîkê Sibel Algan geriyabûm, nebêje li gel Aksuyê bûye. Got, ‘dixwaze merhebayek bide we’ û telefon da wê. Hinek hal û xatir, hinek esprî û bi piranî kena hurehur û ji nişkeva got, ‘Min duhî şev bo Ceylanê stranek nivîsand. Ez dixwazim ji we re bixwînim.’ û xwend jî. ‘Li kêleka min a rast de ji serî heta binî Mezopotamya, kêleka çep de lawijên Rûmelî diteqin…’
Wek mixkiri li cihê xwe cemidîm! Laşê parçekirî yê Ceylanê dilê me hemûyan peramparçe kir. Lê paş wê, tenê hunermendek wek Sezen Aksu ku, dilê wê bo hemû mirovên cihanê davêje dikarîbû binivîse. Rewşa herî tund ê vê dinyayê gule û bombe, tenê bi Sezen dikarîbû ewqas bi xemgînî û însanî bihata ziman.”
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Diramayeke televîzyonî bi 4 zimanan li ser Kerkûkê |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 1:23 PM |
||
Kerkûk, 14 Adar (AKnews) –170 kesayetiyên hunerî beşdarî duhî destpêka yekem diramaya televîzyonî bi 4 zimanê netewên cuda derbarê dîroka bajarê Kerkûkê kirin.Derhênerê vê...
- Fîlma Helebçeyê tê nîşandan
- “Şawakan” di Festîvala Enqereyê de
- Nemir got, bi xelata Sağnıç serbilind im
- Jiyan û têkoşîna Barzanî bi tirkî derçû
- Mizgînê Helepçe û Newroz nirxand
- Hunermend bo aştî diçin Diyarbekirê
- Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar