Kultur

Silo: Bingeha helbesta klasîk qewl û beytên êzîdiyan e

, Cotmeh 9th 2009 2:37 PM
 


Diyarbekir, 9 Cotmeh (AKnews) – Sernivîskarê rojnameya Dengê Laleşê Saîd Silo, diyar kir ku qewl, beyt, dua û dirûzên êzîdiyan bingeha edebiyata klasîk a kurdan avêtine û di serî de Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran, gelek navdarên kurd jî ketine bin tesîra beytên êzîdîtiyê.

saidsilo
Sernivîskarê Rojnameya Dengê Laleş ku li Herêma Federal a Kurdistanê derdikeve Saîd Silo, ku bi şandeyeke Herêma Kurdistanê re ji bo Forûma Civakî ya Mezopotamyayê hate Diyarbekirê, pirsên AKnews’ê bersivandin. Silo, bal kişand ku êzîdîtî baweriyeke pir resen e û wiha got:

“Ji zû ve li Kurdistanê serî hildaye. Li Rojhilata Navîn di warê mirovatiyê de roleke berbiçav lîstiye. Li gorî zanîna hizravanekî kurd ê navdar Mesûd Mihemed, ‘eger baweriya êzîdayetî hatiba nivîsandin, dê weke baweriya hemû hînd Ewropî bihata hejmartin’. Lê mixabin ev yek pêk nehat.”

Silo, diyar kir ku zimanê kurdî li ba êzîdiyan pîroz e û kurdî di ola êzîdîtiyê de weke zimanê bihûştê ye. Silo, wiha axivî: “Herdû pirtûkên baweriya êzîdiyan Celwe û Mishefa Reş bi kurdî hatine nivîsandin. Qewl, beyt, dua û dirûzên êzîdiyan tev bi zimanê kurdî ne. Naveroka êzîdayetiyê hemû bi zimanê kurdî hatine pêşvebirin. Piştî hatina Şêx Hadiyê mêvan bo Laleş, geşepêdanek kete edebiyata kurdî.”

saidsilo
Saîd Silo, diyar kir ku kesên mîna Şêx Fexriyê Hadî, Pîreşê Heyran, Hesedê Alîtewrî, Pîr Şeref ji bo edebiyata kurdî ya klasîk binyatek danîne û bandora xwe rasterast li ser klasîkên kurdî kirine. Silo, destnîşan kir ku Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî jî ketine bin vê tesîrê. Silo destnîşan kir ku Melayê Cizîrî di helbesta xwe de dibêje “Dil geşte min ji dêrê naçim kinîşteyê qet / Mîhra bûye bi min re were da em biçine Laleş” û ev yek nîşaneya herî berbiçav a tesîra ola êzîdîtiyê ye. Silo wiha axivî:

“Bandora qewl û beytên kurd li ser klasîkên kurdan aşkera ye. Baweriya êzîdayetiyê di pêşvebirin, parastin, berhevkirina edeb û zimanê kurdî de roleke sereke lîstiye.” Silo, da zanîn ku Ehmedê Xanî di destana Mem û Zînê de ji 40’î zêdetir rimûzên êzîdî bi kar anîne û qewal û girîvan yek ji van du mînak in. Li gorî Silo, Cîgerxwîn û Tîrêj jî êzîdîtî weke dewlemendiyeke neteweyî hesibandine.

- ‘Sedema êrîşan parastina neteweyî bû’

Rojnamevan û nivîskar Saîd Silo ku li ser dîroka peymanên girîng ên dewletên li derdora Kurdistanê jî lêkolîn kiriye û li ser wan pirtûk nivîsiye, derbarê 72 fermanên li ser êzîdiyan hatine rakirin de jî agahiyên balkêş dan. Silo, bi bîr xist ku êzîdiyan di nava tirk, faris û ereban de gelek zehmetî kişandine û sedema vê zilm û zordariya li ser êzîdiyan jî parastina zimanê kurdî ye. Silo, ev tişt gotin:

“Li gorî baweriya êzîdiyan, hemû dua, qewl, beyt her tiştên bi êzîdîtiyê re eleqedar bi kurdî ne. Kurdî zimanê sereke ye û pîroz e. Ji ber vê yekê her êrîşeke li ser kurdan û ziman weke êrîşeke li ser pîroziyê hatiye nirxandin. Ji ber ku êzîdî bi ruhek neteweyî dijîn û tim fikra neteweyîtî li pêş bû, li ser wan 72 ferman rakirin.”

Silo, destnîşan kir ku hemû êrîşên li ser kurdan eleqeya xwe bi neteweyîtî û nasnameyê re heye û wiha got: “Yên ku dibêjin fermana êzîdiyan ji ber ola wan rabûye xelet in. Kurdên Başûr sûnî bûn, ji eynî olî bûn, ji ola Sedam Huseyîn bûn. Lê Sedam Huseyîn biryara enfalê da, bi hezaran kurd qetil kirin. Çima? Çimkî kurd doza neteweyîtiyê dikirin.”

Silo, bal kişand ku piştî van fermanan êzîdî li Kurdistanê qels bûne, lê êrîşên dewlet û împaratoriyan li ser kurdên misilman dom kirine û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Gava ku êzîdî li Kurdistanê qels ketin, kêm man û kurdên misilman li Kurdistanê xwedî li doza xwe derketin, heman ferman birin ser kurdên misilman jî. Gelek mînakên vê yekê hene.”

md AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

“Şawakan” di Festîvala Enqereyê de

Hemû

, Adar 13th 2010 12:05 PM

Îstanbul, 13 Adar (AKnews) – Fîlma "Demsala Dawîn: Şawakan" ku derhêneriya wê Kazım Öz kiriye, îsal 11-21'ê Adarê dê di beşa belgefîlman a 21'ê Festîvala Navneteweyî ya...

 
 
 

MORE NEWS