Kultur
Dengbêj mamosteyê kurdî ye
, Îlon 7th 2009 9:18 AM
/Tirkiye – Kultur/
Dengbêj mamosteyê kurdî ye
Wan, 7 Îlon (AKnews) – Dengbêj Raziye Kızıl ku hunermenda Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ye got, jiyandina kurdî de para dengbêjan pir mezin e, herkesî bi nivîsandin û mamosteyan zimanê xwe pêşxistin lê mamosteyên kurdî dengbêj bûn.
Dengbêj Raziye Kızıl bi AKnewsê re axivi û ji girîngî nedayîna dengbêjiyê gilî kir. Kızıl got zimanê kurdî di saya dengbêjan de hebûna xwe domandiye û ger kurd hene ew jî ji ber zimanê wan kurdî heye.
Kızıl got, ji bo kevneşopiya dengbêjiyê bête domkirin divêt dengbêj werin ba hev û bi vê awayê dom dike:
“Divêt yekita dengbêjan a çarparçeyê Kurdistanê bête sazkirin. Bila dibistana dengbêjiyê jî hebe ji ber ku dengbêj mamoste ne, mamosteyên kurdî ne. Dema ku em hatin ba hev em dikarin li ser dengbêjiya kevn qise bikin û ji vin şûn de em dikarin çi bikin emê li ser vê rawestin. Dema ku em ji hev dûr dimînin xebatên ferdî tiştek xelas nakin. Ji xwe ev kevneşopî roj bi roj ber bi tunebûnê diçe. Ev kevneşopî zimanê me parast divêt em jî vê kevneşopiyê biparêzin. Di kulturek ditir, netewek dîtir de wek vê kevneşopiyek xweşik nabînin.”
Kızıl got, tenê Wezareta Kulturê yê Kurdistana Federal dikare dengbêjan di bin banekî de kom bike û domand:
“Ez li Wanê 6 sal di Mala Dengbêjan de xebitîm. Niha jî ez di NÇM de dixebitim. Min 10 sal berê destpêkir û ez hê di şûna xwe de me. Pêşiya me nayê vekirin û em di cihê xwe de dihejmêrin. Divêt dengbêj wek komelek wek dibistanek di bin banek de bêne kom kirin û vê yekê jî tenê rêveberiya kurd dikare bike.”
Kızıl banga çêkirina şevek dengbêjan li Herêma Kurdistana Federal kir û bi vê awayê axaftina xwe domand:
“Ez dixwazim şevek bêt lidarxistin û hemû dengbêjên Kurdistanê tevli bibin. Ez bang li Şehribana Kurdî, Zozan û Canê dikim ku pêşengiya vê karê bikin. Em li Herêma Kurdistana Federal de werin ba hev di be ku ev pêşiya yekbûnê veke. Ez dengbêjî ji bo zimanê kurdî girîng dibînim, helwesta min helwestek siyasî ye. Netewên dîtir bi girtina mamosteyan zimanê xwe pêşxistin lê kurdî bi dengbêjan gihîştiye îro. Divêt ev mamosteyên me bên birêxistinkirin û piştgirî bête dayîn. Dengbêjî bila nemire, divêt em derfet nedin vê yekê.”
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Êrişa İzmirê bû mijara hunerê |
Hemû |
|
, Mijdar 29th 2009 12:55 PM |
||
İstanbul, 29 Sermawez (AKnews) – Nîgarvan, helbestvan, hunermendê vîdeo û performansê Hakan Akçura, li ser êrişa 22 Sermawezê yê İzmirê ya li ser konvoya DTP’ê, binavê...