Kultur

 

“Dengê Baranê” xelata festîvala “Black” bi dest xist

17/05/2012 08:31

Hewlêr, 17 Gulan (AKnews) – Kurtefîlmê “Dengê Baranê” yê derhênerê kurd Celal Saîdpena xelata serekî ya 14emîn gera festîvala “Black” a navdewletî li Almanya bi dest xist. Li gorî daxuyaniya wî fîlmî, Dengê Baranê 2 caran di beşa pêşbirka festîvalê de li bajarê Berlinê hate pêşandan û xelata...

 

Mezherî Xaliqî dê xelata dahênanê werbigre

17/05/2012 08:29

Silêmanî, 17 Gulan (AKnews) – Biryar e, roja şemiya bê di rêwresmekê de li navenda Gelawêj a wêjeyî û rewşenbîrî, xelata dahênana hunerî bo hunermendê navdar ê kurd Mezherî Xaliqî bê dayîn. Serokê navenda Gelawêj Newzad Ehmed ji AKnewsê re daxuyand ku navenda wan her demekê xelata dahênana zêrîn dide...

 

Hunermendekî nabîne yê kurd konsêrtek li Swêdê saz kir

17/05/2012 08:08

Hewlêr, 17 Gulan (AKnews) – Hunermendê nabîne yê kurd Derûn Elî, konsêrtek li zanîngeha Autobora li Swêdê li dar xist. Di konsêrtê de ku duhî hate sazkirin, hejmarek berçav ji revenda kurd, hunermend, pisporên muzîkê û mamostayên zanîngehê amade bûn. Konsêrt bi xwe, ezmûna xwendina bilind bû ji bo...

 

‘Sûretsûfêya çaverêkirî’ a Fêrîkê Ûsiv derket

16/05/2012 19:10

Hewlêr, 16 Gulan (AKnews) - Sûretsûfêya çaverêkirî, cilda II. a hemû berhemên helbestkar û wergêrê mezin ê Kurd, Fêrîkê Ûsiv, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê hate weşandin.Di daxuyaniyeke Weşanxaneya Lîsê hatiye ragihandin ku ew di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012ê de, piştî Hesretdefterê, cilda I. a...

 

Bêtirî 1500 parçe şûnwar li Hewlêrê hatine dîtin

16/05/2012 08:40

Hewlêr, 16 Gulan (AKnews) – Birêveberiya Şûnwarên Hewlêrê aşkere kir ku 1500 parçe şûnwar di girekî li rojavayê bajarê Hewlêrê de hatine dîtin. Birêveberê Şûnwarên Hewlêrê Heyder Hesen di kongreke rojnamegeriyê de daxuyand ku ew şûnwar di girê Qesra Şemamik de ji bal birêveberiyê wan û tîmeke...

 

Kultûra kurdî dê di dibistanên biyanî de bê xwendin

16/05/2012 08:40

Hewlêr, 16 Gulan (AKnews) – Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku ew ê dersa kultûra kurdî û perwerdeya olî derbasî nav dibistanên biyanî û taybet ên li her sê parêzgehên herêmê bike. Ev mijar, duhî, di civîna navbera Wezîrê Perwerde Îsmet Mihemed Xalid û her du komîteyên Perwerde û...

 

Çalakiyên festîvala helbesta kurdî berdewam in

16/05/2012 08:40

Hewlêr, 16 Gulan (AKnews) – Festîvala neteweyî ya helbesta kurdî li bajarê Hewlêrê bi beşdariya hejmarek helbestvanên kurd û şandeke Yekîtiya Nivîskarên Iraqê birêve çû û dê 3 rojan bidome. Festîval, bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji bal Wezareta Rewşenbîrî û...

 

Li Colemêrgê cejna zimanê kurdî hat pîrozkirin

15/05/2012 14:34

Colemêrg, 15 Gulan (AKnews) – Li bajarê Colemêrgê yê Kurdistana Tirkiyê, bi helkefta 15 Gulanê, cejna zimanê kurdî, merasimek hat lidarxistin. Bi helkefta cejna zimanê kurdî, îro li Colemêrgê, merasimek ji aliyê saziya ziman, Kurdî-Derê ve li ber avahiya şaredariyê hat sazkirin. Di merasimê de, şaredar Fadil Bedirhanoglu...

 

TRTê klîba Roj TV bêdestûr weşandiye

15/05/2012 10:24

Hewlêr, 15 Gulan (AKnews) – Berpirsê RTUKê Bulent Arinç li xwe mikûr hat ku TRTê klîba Hozan Diyar a bi navê Sewê ya ku li studyoyên Roj TV hatibû kişandin, weşandiyeLi gor ajansa nûçeyan ya Firatê (ANF), Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vûral, ji ber TRT 6 bê destûr klîba Roj TV weşand, pêşnûmeyek da Meclîsê....

 

Pêşangeha Anita Ispamdar li Hewlêrê vebû

15/05/2012 08:55

Hewlêr, 15 Gulan (AKnews) – Li geleriyê parka Şaneder li bajarê Hewlêrê, 2yemîn pêşangeha şêwekara danîmarkî Anita Ispamdar bi hevkariya “Hawkar Grûp” û geleriyê Şaneder vebû. Anita Ispamdar derbarê pêşangeha xwe ji AKnewsê re daxuyand, “Ev duyemîn pêşangeha min a taybet e li Herêma Kurdistanê,...

 

Hewa

 
Hewlêr     31°   21°  
Silêmanî     34°   27°  
Mûsil     33°   21°  
Bexda     38°   28°  
Basra     41°   31°  
Dîyarbekir     26°   13°  
Sine     24°