Kultur

Diramayeke televîzyonî bi 4 zimanan li ser Kerkûkê

, Adar 14th 2010 1:23 PM
 


Kerkûk, 14 Adar (AKnews) –170 kesayetiyên hunerî beşdarî duhî destpêka yekem diramaya televîzyonî bi 4 zimanê netewên cuda derbarê dîroka bajarê Kerkûkê kirin.

Naser HasanDerhênerê vê diramayê Nasir Hesen bo rojnamevanan ragihand, “Diramaya han yekem karê hunerî ye ku dîroka bajarê Kerkûkê di heyama piştî 1979’an bi beşdariya 170 kesayetiyên hunerî ku piraniya wan li netewên kurd, Ereb, Turkiman û Asûrî ne, dixe ber çav”.

Hesan wiha pê de çû, “Ew berhem ji 4 beşan pêk hatiye ku beşa yekem 30 zencîreyan li xwe digire û behsa bûyerên bajarê Kerkûkê di dema şerê Iraq – Îranê de dike û êşên civakê bi tev neteweyan ve nîşan dide”, Hesen tekez jî kir, “Rêveberiya Sînemayê ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê erkê berhemanîna beşa yekem ya vê diramayê girtiye ser xwe û hewla piştevanîkirina malî bo beşên din jî dide”.

Hesen axaftina xwe wiha berdewam kir, “Berhema han di encama çend rûniştinên berdewam bi Nivîser Siûd Ehmed re hat ku karî jiyana rasteqîne ya Kerkûkê bi serketî bo zêdetir ji 35 salan di heyama 3 salan de bîne ber çav”. Û wiha got, “Ew berhem bi 4 zimanên Erebî, Kurdî, Turkimanî û Siryanî ye”.

Hunermend Nasir Hesen niha wekî rêveberê Bûroya Sînemayî ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike û berê di navbera salên 2003-2009’an wekî rêveberê bûroya Kerkûkê ya kanala televîzyoniya Iraqiye kar kiriye û xwediyê çendîn berhemên televîzyona dirama ye û di warên şanoyê de jî beşdariya çend berheman kiriye, sala 1970’an peymangeha hunerên xweşik li Bexdayê temam kiriye.

Nivîserê vê diramayê Ehmed Siûd wiha got, “Ev yekem diramaye ku bi vî awayî bi 4 zimanên neteweyan behsa dîrok û aliyên civakî û kulturî yên serdemekê li dîroka bajarê Kerkûkê dike.

şm AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Li gorî UNESCO’yê bo Îstanbulê tehdît tune

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:04 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Rêxistina Zanist, Perwerde û Kulturê (UNESCO) ya Neteweyên yekbûyî (NY), beşa ku digot Îstanbul di lîsteya Mirata Kulturî ya Cîhanê de "di xeterê...

 
 
 

MORE NEWS