Kultur
Pêşangeheke taybet ya şêwekarî li Hewlêrê
, Adar 10th 2010 2:47 PM
Hewlêr, 10 Adar (AKnews) – Rêveberiya Hunera Şêwekarî ya Wezareta Reşenbîrî, dehemîn pêşangeha taybet bo şêwekar Mihemed Îsmaîl li avahiyê Medya li Hewlêrê vekir.
Mihemed Îslmaîl derbarê karên hunerî yên xwe di raportekê de bo AKnewsê wiha got, “Min hewl daye ku di karên xwe de stayla taybetî ya xwe bi kar bînim, di vê pêşangehê de 2 beşan nîşan didim, beşek ew tablu ne ku di pêşangehên berê de hatibûn nîşandan, beşeke din jî karên akademî û riyalîzm û ezmûna min bi xwe ye, her wiha ew karên bazirganî ku min heya niha jiyara jiyana xwe bi wan re dabîn kiriye”.
Derbarê nîşanda wan tabluyan bi riya sekrînê ve Îsmaîl wiha got, “Dema ku ez li Kurdistanê bûm min 5 pêşangehên taybetî bi zindî vekirin, lê niha anîna wan tabluyan ji Ewropa ve bo Kurdistanê xerceke zaf pêwîste, lewma min hewlda ku bi riya Sekrînê ve bi awayekî baş nîşan bidim”.
Rexnegirê Şêwekarî Tariq Karêzî derbarê karên vî hunermendî ji AKnewsê re wiha got, “Dema ku min bera xwe da tabloyan, min tev pirsgirêkên jiyana xwe ji bîr kirin, vî hunermendî kariye bi riya tabloyên xwe ve jiyana xwe û miletekê tomar bike, heya karên Akademî û bazirganî yên wî jî temamkerê hevdu ne, vî hunermendî kariye bi awayekî xweşik li ser stayla xwe kar bike”.
Mihemed Îsmaîl ji sala 1989’an ve dest bi karê hunerî kiriye, heya niha 10 pêşangehên taybetî li Kurdistan û derve vekiriye, hevdem di 12 pêşangehên şêwekarî de beşdarî kiriye, sala 1996’an rêveberê rêveberiya hunera şêwekarî yê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, piştre çûye derveyî welat û niha jî li Emesterdam paytexta Swêdê akincî ye.
şm AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Li gorî UNESCO’yê bo Îstanbulê tehdît tune |
Hemû |
|
, Temûz 30th 2010 2:04 PM |
||
Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Rêxistina Zanist, Perwerde û Kulturê (UNESCO) ya Neteweyên yekbûyî (NY), beşa ku digot Îstanbul di lîsteya Mirata Kulturî ya Cîhanê de "di xeterê...
- Kamkaran beşdarî festîvala WOMAD bû
- Evdalê Zeynikê li New Yorkê coşand
- Li Dêrsimê peykera Seyîd Riza
- 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney
- “Memleketek di bin lemê de” li Hewlêrê vebû
- Şahan Arzruni dê li Wanê konserekê bide
- Îshaq Paşa di 6 mehan de mazûvaniya 50 hezar turîstan kir
- Serokê Kurd - Derê: Germahiya bo kurdî cihê kêfxweşiyê ye
- Hejmara 111'ê ya Nûbiharê derket