Kultur

Kerîm: Kurd jî xwediyê sînemayê ne

, Adar 9th 2010 3:19 PM
 


Hewlêr, 9 Adar (AKnews) – Sînemakarê Kurd Ferzîn Kerîm di vê baweriyê de ye ku li gor çend welatên Erebî kurd jî xwediyê berhemên sînemayî ne.

farzin karimRexnegirê warê sînemayê Ferzîn Kerîm di hevdîtinekê de bi AKnewsê re diyar ku ji sala 2000’an ve heya niha 25 fîlmên kurdî berhem aniye.

Derbarê hebûna sînemaya kurdî de Kerîm wiha got, “Ger sînema pêk hatibe ji fîlma xam ku bi kamêrayê hatibe wênegirtin û bo taqîgehê hatibe şandin, me kamêrayên 35 mîlîm û 16 mîlîm hene, lê me taqîgeh nîne”.

Kerîm axaftina xwe wiha berdewam kir, “Ger em li rûy berhemanînê ve behs bikin, li gorî çend welatên Erebî ku heya niha fîlm berhem neanîne, wekî mînak Kweyt, lê me fîlmên sînemayî berhem anîne”.

Ferzîn Kerîm balkişande ser pênasa neteweyî û wiha got, “Niha wekî welatên din ku fîlmên milî hene, fîlmên kurdî jî di festîvalên cîhanî de beşdarî kirine”.

Ferzîn Kerîm sala 1970’an li bajarê Raniye ji dayîk bûye, ji sala 1988’an ve derbarê sînemayê ve nivîsînên xwe di rojname û kovaran de belav dike, heya niha 2 pirtûk derbarê sînemayê weşandiye û 6 pirtûkên wî jî amadeyê çapkirinê ne, çendîn dewrên sînemayî li Kurdistan û Îraqê dîtiye, 3 fîlmên sînemayî yên kurdî berhemaniye û çend senaryo jî kiriye film.

şm AKnews  

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Li gorî UNESCO’yê bo Îstanbulê tehdît tune

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:04 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Rêxistina Zanist, Perwerde û Kulturê (UNESCO) ya Neteweyên yekbûyî (NY), beşa ku digot Îstanbul di lîsteya Mirata Kulturî ya Cîhanê de "di xeterê...

 
 
 

MORE NEWS