Kultur

Hêlîn Zozan bi destekî xwe piyano lêda

, Adar 7th 2010 6:47 PM
 


Hewlêr, 7 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, di konsera yarmetiya bo zarokên ku mihtacê parastinê ne de Hêlîn Zozana (8) yek destî derket ser dikê û bi resîtala piyanoyê ji hêla temaşevanan hate ecibandin.

Helin Zozan KanLi gorî nûçeya CHA’yê, berê konsera Navendiya Perwerdehiya Gel a Qersê, karbidestê organîzasyonê Hüseyin Yılmaz got, ew hewl didin ku, zarok û ciwanên bajêr ji derdorên nebaş û hînbûnên xirab dûr bixin û  bikin kesên dilgerm.

Di konserê de Hêlîn Zozan a ku jidayikbûnê ve yek dest e derket ser dikê û bi resîtala piyanoyê ji hêla temaşevanan ve hate ecibandin. Hêlîn piştî perwerdehek 1 mehî derket pêşberî temaşevanan û hate dîtin ku bi heyecan e. Keça ku jidayikbûnê ve destê wê yê rast tune ye, bi destê xwe yê çepê berhemên ji hev xweşiktir derxistin û çepikên mezin girtin.

Xwendekara saziya hêlîna zarokan Ayşegül Çelik (8) jî tembûrê xweş lêda û hate ecibandin û di konserê de 65 zarok derketin ser dikê û 2 hezar û 300 TL hatin komkirin. Ev pere bo hesaba Komeleya Zorokên ku Mihtacê Parastin û Pêşketinê ne hate razandin.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Li gorî UNESCO’yê bo Îstanbulê tehdît tune

Hemû

, Temûz 30th 2010 2:04 PM

Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Rêxistina Zanist, Perwerde û Kulturê (UNESCO) ya Neteweyên yekbûyî (NY), beşa ku digot Îstanbul di lîsteya Mirata Kulturî ya Cîhanê de "di xeterê...

 
 
 

MORE NEWS