Kultur
Bo namzeta Oscarê Sandra Bullock’ê ‘Razzie Award’
, Adar 7th 2010 6:47 PM
Hewlêr, 7 Adar (AKnews) – Ji merasîma eşkere kirina xelatên Oscarê ku li Amerîkayê “yên herî baş” tên eşkere kirin, xelata bi navê “Razzie Award” (Xelata Tûşimî) ku “yên herî xirab” tên diyarkirin eşkere bûn.
“Razzie Award” ku “yên herî xirab” ên Amerîkayê berî ku Xelatên Oscarê yên herî baş ên Amerîkayê bên eşkerekirin hatin diyarkirin û îsal bo “Xelata Tûşimî” (Raspberry) bi rola xwe ya “The Blind Side” ku namzeta herî pêş a Oscarê dihate nîşandayîn ji lîstikvana jin Sandra Bullock re hate dayîn.
Di sala 1980’ê de bo nerazîbûnek hemberî debdebeya Oscarê xelatên “Razzie Awards” tên dayîn û Sandra Bullock ji berevajî yên ku vê xelatê qezenc dikin beşdarî merasîmê bû û xelata xwe girt. Ger xelata Oscarê jî bigre, dê bibe yekem kesa ku di heman salê de her du xelat jî girtine.
Lîstikvana amerîkî Halle Berry jî her du xelat girtibûn lê her du di heman salê de negirtibû.
Lîsteya yên ku “Xelata Tûşimî” (Razzie Awards) girtine wiha ne:
Fîlma herî xirab: Transformers: Revenge of The Fallen
Derhênerê herî xirab: Michael Bay (Transformers: Revenge of the Fallen)
Lîstikvanê zilam ê herî xirab: Jonas Brothers (The 3-D Concert Experience)
Lîstikvana jin a herî xirab: Sandra Bullock (All About Steve)
Lîstikvanê zilamê arîkar ê herî xirab: Billy Ray Cyrus (Hannah Montana: The Movi)
Lîstikvana jina arîkar a herî xirab: Sienna Miller (G.I. Joe: The Rise of Cobra)
Cotên herî xirab: Sandra Bullock ve Bradley Cooper (All About Steve)
Senaryoya herî xirab: Transformers: Revenge of the Fallen
Makyaja herî xirab: Land of the Lost
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Li gorî UNESCO’yê bo Îstanbulê tehdît tune |
Hemû |
|
, Temûz 30th 2010 2:04 PM |
||
Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Rêxistina Zanist, Perwerde û Kulturê (UNESCO) ya Neteweyên yekbûyî (NY), beşa ku digot Îstanbul di lîsteya Mirata Kulturî ya Cîhanê de "di xeterê...
- Kamkaran beşdarî festîvala WOMAD bû
- Evdalê Zeynikê li New Yorkê coşand
- Li Dêrsimê peykera Seyîd Riza
- 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney
- “Memleketek di bin lemê de” li Hewlêrê vebû
- Şahan Arzruni dê li Wanê konserekê bide
- Îshaq Paşa di 6 mehan de mazûvaniya 50 hezar turîstan kir
- Serokê Kurd - Derê: Germahiya bo kurdî cihê kêfxweşiyê ye
- Hejmara 111'ê ya Nûbiharê derket