Kultur
Ji Doğuş klîba ‘vebûnê’
, Adar 6th 2010 9:38 PM
Hewlêr, 6 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê hunermendê muzîka popê Doğuş, bo piştevaniya “vebûna demokratîk li Agiriyê klîb dikêşe.
Li gorî nûçeya CHA’yê, hunermend Doğuş got, Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan ji hunermendan bo piştevaniya “vebûna demokratîk” alîkariya xwestiye wî jî bo kişandina strana xwe ya bi navê “Neçe” ya albûma bi navê “Xençera Şikestî” hatiye Bazîda Agiriyê.
Doğuş bi cil û bergên herêmî, di Qesra Îshaq Paşayê de, di kêşandinên 2 rojan de şivanek feqîr ku aşiqê keça şahê bûye dê vejîne. Doğuş got, ew xwe wek peyamhênanî hunerê dibîne û domand:
“Wek gotina Serokwezîr Erdoğan ger divêt em gavek li pêşî civakê bin û ger ji me bo welêt arîkarî tê xwestin ez amade me. Ez Tirkiyeyî me, rojhilat û rojava ferq nake. Divê êdî mirov ji pêşbiryarên xwe jêgerin û dewlemendiya dîrok û kulturiya herêmê bibînin.”
Doğuş got, ew ji Wanê bi rêya bejahî hatiye Bazîdê û li rê tu tengezarî nejiyane û domand, “Gelê herêmê em pir xweş pêşwazî kirin. Tu şerê me wek tirk û kurd nabe. Em hemû yek in. Mînaka vê ya herî baş jî, em li her deverê Tirkiyeyê di nava biratiyê de dijîn.”
Doğuş got, ji ber ku li vire xwe bextewar dibîne dîtina Qesra Îshak Paşayê û Tirba şair û alimê mezin Ehmedê Xanî bo wî bîranînekî baş ın û domand, “Ez li ber dewlemendî û bedewtiya Araratê, Çala Meteorê, Kela Bazîdê, Şikeftên Cemedê, Gola Masiyan û Deriyê Sînorê Gurbulakê heyran ma me. Dixwazim ku herkes werê Bazîdê û van deran bibîne.”
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Li gorî UNESCO’yê bo Îstanbulê tehdît tune |
Hemû |
|
, Temûz 30th 2010 2:04 PM |
||
Hewlêr, 30 Tîrmeh (AKnews) – Rêxistina Zanist, Perwerde û Kulturê (UNESCO) ya Neteweyên yekbûyî (NY), beşa ku digot Îstanbul di lîsteya Mirata Kulturî ya Cîhanê de "di xeterê...
- Kamkaran beşdarî festîvala WOMAD bû
- Evdalê Zeynikê li New Yorkê coşand
- Li Dêrsimê peykera Seyîd Riza
- 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney
- “Memleketek di bin lemê de” li Hewlêrê vebû
- Şahan Arzruni dê li Wanê konserekê bide
- Îshaq Paşa di 6 mehan de mazûvaniya 50 hezar turîstan kir
- Serokê Kurd - Derê: Germahiya bo kurdî cihê kêfxweşiyê ye
- Hejmara 111'ê ya Nûbiharê derket