Kultur
Peykersazî li Kurdistanê
, Sibat 8th 2010 1:56 PM
Silêmanî, 8 Reşemî (AKnews) – Her çend heya niha hunera peykersazî li Kurdistanê berfireh bûye lê li gorî warên din yên hunerê kêmtir giringî bi vê hunerê hatiye dan.
Hunermendê peykersaz Zahir Sedîq ji AKnews re wiha got, “Heya niha li Herêma Kurdistanê giringî bi wî warî nehatiye danyîn lewma pêwîst e pitir giringî pê bête dayîn”.
Sediq derbarê projeyên dahatî de wiha got, “Niha çend proje li ber destê me hene ji wan, “Berde Qareman” ku peykera Şêx Mehmûdê Hefîde dê li ser bête danîn, dê peykererekê ji bo Mame Yare dirost bikin û herwiha projeya “Eşkewta Casene” dê bo vekirina muzexaneya niştimanî bête pêkanîn”.
Zahir Sedîq sala 1965’an li bajarê Silêmanî ji dayîk bûye, beşa peykersazî li Peymangeha Hunerên Xweşik ya Silêmanî temam kiriye, niha mamostayê Kolêja hunerê ye li zanîngeha Silêmanî, damezirînerê galeriya Zamwa û projeya peykersazên Kurdistanê ye.
şm AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Mizgînê Helepçe û Newroz nirxand |
Hemû |
|
, Adar 12th 2010 11:26 AM |
||
Wan, 12 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, kovara Mizgînê ya ku bi kurdî û tirkî weşanê dike, bi berga, "Ji nû ve avakirina zihniyeta kurdî" derket. Kovara Mizgîn ku 6 sal e...
- Hunermend bo aştî diçin Diyarbekirê
- Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar
- Çaremîn festîvala roja azadiya Hewlêrê
- Belgefîlma Gobeklitepe di TRT’ê de ye
- Pêşangeheke taybet ya şêwekarî li Hewlêrê
- Kovara W bi hejmara nû li bayiyan e
- Li Îstanbulê bayê Xadem rabû