Kultur
Li Tilkêfê 46 xwendengehên bi zimanê kurdî
, Sibat 8th 2010 8:16 AM
Nînova, 8 Reşemî (AKnews) – Rêveberê Bajarê Tilkêfê ragihand, ji sala 2004’an ve heya niha 46 xwendengeh bi zimanê kurdî li wî bajarî hatine vekirin.
Rêveberê Perwerdeya Tilkêfê bo xwendina kurdî Rîsan Hesen ji AKnewsê re diyar kir, “Niha nêzîkî 10 hezar û 500 xwendekarên kur û keç hene ku di xwendengehên beşên destpêkî de bi zimanê kurdî dixwînin. Tê zanîn ku ji sala 2004’an ve 46 xwendengeh bi zimanê kurdî hatine vekirin”.
Hesen wiha berdewam kir, “Programa xwendinê di van xwendengehan de wekî programên xwendinê di xwendengehên Herêma Kurdistanê ye û hezar mamostayên zilam û jin di van xwendengehan de dersê dibêjin”.
Di warê çavkaniya dabînkirina pêwîstiyên wan xwendengehand Hesen wiha got, “Tev pêwîstî ji hêla rêveberatiya Perwerde ya Duhokê ve hatine dabînkirin û li Duhokê pêwîstiyên xwendin û nivîsîn û kursî û kûmpûter û tankê avê û şewatê hatine dabînkirin”.
Hesen wiha pê de çû, “Me hemahengî bi xwendongehên erebî re nîn e, lê me çend pêwîstiyên hînkirin û ders gotinê ji wan re dabîn kiriye. Ji ber ku ew li devera me dijîn, xwendekarên ereb li vî bajarî digihîje 20 xwendekaran û hemû ser bi Perwerdeya Nînovayê ne”.
Bajarê Tilkêfê dikeve rojavayê Mûsilê û ji çend netewe û olên cuda cuda pêk hatiye û yek li deverên cihê nakokiyan e û madeya 140 wî bajarî vedigire.
şm AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re |
Hemû | |
|
, Adar 11th 2010 1:55 PM |
||
Hewlêr, 11 Adar (AKnews) – Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Letîf Arêf ragihand ku biryare 14’ê vê mehê du pêşangeh di du avahiyên cuda de li Hewlêrê bên...
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar
- Çaremîn festîvala roja azadiya Hewlêrê
- Belgefîlma Gobeklitepe di TRT’ê de ye
- Pêşangeheke taybet ya şêwekarî li Hewlêrê
- Kovara W bi hejmara nû li bayiyan e
- Li Îstanbulê bayê Xadem rabû
- Kerîm: Kurd jî xwediyê sînemayê ne
- Li zanîngehê ‘Ziman û Edebiyata Kurdî’