Kultur

Ansiklopediya bajarê Hewlêrê hate weşandin

, Sibat 7th 2010 7:30 AM
 


Hewlêr, 7 Reşemî (AKnews) – Bi amadebûna hejmarek berpirsên hizbî û hikûmî, di rê û resmekê de li avahiya Hotela Şeraton a bajarê Hewlêrê Ansiklopedî Hewlêrê ku ji 10 bergan pêkhatiye hate weşandin.

badrxanEw merasîm bi hildan ala kurdistanê li ser Ansiklopedî Hewlêrê ji hêla Cîgirê Sekreterê YNK Kosret Resûl Elî ve dest pê kir.

Serokê Komîteya Bilind ya Amadekariya Ansiklopedî Hewlêrê di peyvekê de spasiya tev mamosta û pisporan kir ku rola wan hebûye di berhemanîna vê pirtûkê û erkê bi çapgihandin pirtûkê bi stû girtine.

Piştre Kosret Resûl Elî gotarek pêşkêş kir û derçûna Ansiklopedî Hewlêrê bi rojeke dîrokî bo xelkê Kurdistanê bi giştî û bajarê Hewlêrê bi taybetî da zanîn.

badrxan Merasîma han bi xistine rû ya naveroka Ansiklopedî Hewlêrê ji hêla endamên komîteya amadekar ya wê Îskopêdiyayê bi dawî hat.

Ansiklopedî Hewlêrê ji 10 bergan pêkhatiye ku xwe di beşên kesayetiyên binav û deng, folklor, çand û biyografiya nivîseran, huner û biyografiya hunermendan, şaristaniya civakî û kolanan û saxlemiyê, geştname û bibîrhatin, şaristanî, dîroka havçerx û kevn, cihwar û kelepor, Hewlêr di Ansiklopedî cîhanê de li xwe digre.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re

Hemû

, Adar 11th 2010 1:55 PM

Hewlêr, 11 Adar (AKnews) – Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Letîf Arêf ragihand ku biryare 14’ê vê mehê du pêşangeh di du avahiyên cuda de li Hewlêrê bên...

 
 
 

MORE NEWS